Fetwayen Kurdi
Ma lêdana amûrên muzîkê û guhdarkirina li muzîkê çawa helal e?

Ma lêdana amûrên muzîkê û guhdarkirina li muzîkê çawa helal e?

Pirs: Hûn fetwa didin ku di lêdana amûrên muzîkê de yan jî di guhdarkirina li muzîkê de tu mehzûrek tuneye. Wê gavê evê hedîsa han dê çawa were şîrovekirin: “Di pêşerojê de dê ji ummeta min hin kes lixwekirina kincên hevrîşim, vexwarina meyê, mizmarê helal bidêrin.” (Buxarî). Heke ez ne xelet bim, “mizmar” di wateya amûrên muzîkê de ye. Aya hedîs ne sehîh e….

Bersiv: Ev hedîs, her çiqas ji aliyê senedê ve sehîh be jî, ji aliyê menayê ve ne sehîh xuya dike. Lewra kirina zinayê û vexwarina meyê ji qedexeyên Qur’anê yên giran in. Lixwekirina kincên hevrîşim ji aliyê Pêxemberê me ve li mêran hatiye qedexekirin. Lê belê ji bo yê biqasî firehiya kefa dest, ruxset jê re hatiye dayin.  (Bnr: Tirmizî, Libas, 1; Ebû Dawûd, Libas, 7)

Di der barê qedexebûna mizmarê de –ji vê hedîsê pê ve– tu delîleke ku wê qedexe bike tuneye.

Bi sedema kesê ku vexwarina meyê û kirina zinayê helal bidêre kafir e, êdî ew nabe ji ummeta Pêxemberê me. Li aliyê din ji ber ku hedîsa di der barê qedexebûna lixwekirina cilên hevrîşim de “ahad” e, înkarkirina wê mirov naxe kufrê.

Heke bi awayekî vebirî were gotin ku lixwekirina kincên hevrîşim û lêdana mizmarê heram e, herî zêde ev herdu dikevin bin beşa gunehên biçûk. Di vê rewşê de jî di hedîsa li jor borî gunehên biçûk û yên mezin tevlî hev bûne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.” (Nîsa, 4/31)

Ji bo ew ên ku -gunehên biçûk ne tê de- xwe ji gunehên mezin û fehşîtiyan vedidin, lêborîna Xwedayê te berfireh e. Ew, dema hûn ji axê afirandin û dema hûn di zikên dayikên xwe de bûn jî bi we çêtir dizane. Vêca hûn xwe paqij nebînin, bi rastî Xwedê bi teqwadaran çêtir dizane.”( Necm, 53/32)

Wekî ku di ayetan de diyar bû, Xwedê Teala gunehên biçûk û yên mezin ji hev cuda kirine. Vexwarina meyê û kirina zinayê ji gunehên mezin in. Lê belê di tu çavkaniyan derbas nabe ku lêdana amûrên muzîkê ji gunehên mezin e. Diyar e ku Pêxemberê jî tevliheviyeke wiha nake.

Xwedê Teala di ayeteke din de wiha ferman dike:

Bêguman -ji bilî rewşên awarte-, Wî çi heram kiribe bi awayekî aşkere diyar kiriye.” (En‘am, 6/119)

Pêxemberê me jî wiha gotiye: “Helal diyar, heram jî diyar e.” (Buxarî, Îman, 39, Buyû’, 2; Muslim, Musaqat, 107; Ebû Dawûd, Buyû’, 3; Tirmizî, Buyû’, 2; Nesaî, Buyû’, 2; Îbn Mace, Fiten, 14)

Di der barê muzîk û amûrên muzîkê de çend hedîsên din jî hene. Alimên mîna Îmam Xezzalî, Kemaluddîn Îbn Humam, Abdulxenî Nablûsî, Îbn ‘Abidîn, Teqiyuddîn Subkî, Remlî, Îbn Hezm û Şevkanî û digel hin alimên din ev hedîs şîrove kirine. Şîroveyên ku hatine kirin bi kurtasî wiha ne: Naveroka hedîsan ji şahiyên meyxaneyê (lehwê) ku gelek heramî di wan de tên kirin; ji hebûna pîrekan û vexwarina meyê pêk tê. Ev jî ne ji ber herambûna saz û amûrên muzîkê ye yan ji ber herambûna cureyên muzîkê, li berevajî vê bi sedema ku bi navgîniya van amûran heramî tên kirin an jî bi sedema ku li derdorên heramî lê tên kirin e tên îcrakirin heram e. Ji ber vê yekê lêdana van amûran di şahiyên helal û mubah de û bêyî ku heramiyeke tevlî bibe, caiz e. Lê belê heke bi wan re hin heramî werin kirin, ji ber vê distûrê “tiştê dibe sebeb ji bo kirina heramiyê ew bixwe jî dibe heram” ne caiz e. (Xezzalî, Îhya, VI, 142-144; Îbn Humam, Fethu’l-Qedîr, VI, 482; Nablusî, Îdahu’d-Delalat, Süleymaniye Ktp., Esat Ef., nr., 1762/1, vr., 7a-b, 8a-b, 9a, 11a, 27a, 28a; Îbn ‘Abidîn, Haşiyetu Reddi’l-Muxtar, V, 305, 307; Şewkanî, Neylu’l-Ewtar, VIII, 113-119; Subkî,Tekmile, XX, 230; Remlî, Nihayetu’l-Muhtac, VIII, 298; Îbn Hezm, Muhallâ, VII, 567).

(Di der barê muzîk û amûrên muzîkê de hûn dikarin ji malpera me di beşa “ARAŞTIRMALAR” de xebata bi navê  “İSLAM’DA MÜZİK”ê bixwîn.)

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/islamda-muzik.html