Fetwayen Kurdi
Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû?

Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû?

Pirs: Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû?

Bersiv: Qible, ji dema Adem aleyhisselam heta wexta Dawûd û Suleyman pêxember her Ke‘be bû. Ji ber sedema li jêr qible bi avakirina Beytul-Meqdisê ya li Qudsê hatiye guhertin, bi destpêka pêxemberiya Muhemmed aleyhisselam heta piştî koçkirinê bi du salan ji dewra li Medîneyê jî ev rewş wiha berdewam kiriye. Di dawiyê de piştî borîna sedsalan careke din û dîsa ji ber heman sedemê bi Ke‘beyê hatiye guhertin.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

“…Cihê (Beytul-Meqsid) ku te berê xwe didayê Me kir qible da ku Em bizanibin ka kî dê bide pey Qasidê Me û kî jî dê bi paş ve bizivire. Berguherandin (a ji Beytul-Meqsidê bi bal Ke‘bê ve) ji bilî wan ên ku Xwedê ew li ser rêya rast qebûl kirine, giran e. Xwedê baweriya we ya (ku dê Ke‘be careke din bibe qible) dê pûç dernexe. Bê guman Xwedê pir û Reûf û Rehîm e.” (Beqere, 2/143)

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe serî li navnîşanên jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/peygamberlerin-her-biri-namazda-farkli-bir-kibleye-mi-yoneliyordu.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/namaz-ilk-donemlerde-hangi-delile-gore-kuduse-dogru-kilinmistir.html