Fetwayen Kurdi
Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir”

Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir”

Pirs: Gava em di nîmêja bi cemaetî de ji bîr bikin ku bibêjin “tebayî îmamê hazir”, ma divê em nimêja xera bikin û careke din niyeta xwe bînin?

Bersiv: Naxêr, na lazim e ku hûn nimêja xwe xera bikin û careke din niyetê bînin. Lewra niyet, bîr û baweriya ka mirov çi û ji bo çi dike, ye. Vegotina vê, bi zimên ne şert e. Lewra tebayîbûna we ya îmam di nimêja bi cemaetî de jixwe nîşan dide ku hûn di bîr û baweriya vî karî de ne. Ji ber vê yekê ne lazim e ku hûn di niyeta nimêja bi cemaetî de bibêjin “tebayî îmamê hazir”.