Fetwayen Kurdi
Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide?

Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide?

Pirs: Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? Ma bi îmam re yan jî piştî îmam dê silavê bide?

Bersiv: Li gorî nêrîneke ku ji Ebû Henîfe hatiye neqilkirin, divê cemaet bi îmam re silavê bide. Wî, hedîsa ku di Buxarî de bi rêya ‘Itbanê kurê Malikê el-Ensarî hatiye ragihandin: “Me bi Resûlullah re nimêj kir, gava wî silav da me jî silav da” (Buxarî, Ezan, 13) wekî delîlê girtiye.

Lê belê li gorî nêrîneke din a ku ji Ebû Henîfe hatiye neqilkirin û ji îmamên mezhebê Henefî Îmam Muhemmed û Ebû Yûsuf û her wiha ji îmamê mezhebên din Îmam Şafiî, Malik, Ehmedê kurê Henbel gotine ku divê cemaet piştî îmam silavê bide. Li gorî peyrevên vê nêrînê cemaet, pêbendên îmam in. Yên pêbend jî piştre tên. Heke bi îmam re silavê bidin, ev tê wateya ku ji pêbendiyê derketine û bi hev re nimêj kirine. Ji ber vê yekê divê ku cemaet piştî îmamê xwe silavê bide.

Ji alimên hedîsê yên navdar Îbn Hecer neqil kiriye ku Zeynê kurê Muneyyir di der barê hedîsa ku li jor borî de wiha gotiye:

“Bi du îhtimalan Buxarî li vir cî daye vê hedîsê:

Ya yekem: Piştî ku îmam dest bi silavê kir, cemaet jî dê dest bi dana silavê bike. Ango hîn beriya ku îmam silava xwe temam bike cemaet jî dest bi dana silavê dike.

Ya duyem: Piştî ku îmam silava xwe temam kir, dê cemaet dest bi dana silavê bike. Li gorî vê mirov dikare wiha bibêje: Li gorî ku mijar (babê) ku Îmam Buxarî bikar aniye du wateyan di xwe de digre, kesê muctehid piştî vekolîn û pêşlêgerîn kir, nêrîna ku bixwaze dikare tercîh bike.”

Piştre Îbn Hecer bi xwe wiha gotiye: “Îhtimaleke din jî ev e: Pêkan e Îmam Buxarî gotibe ku ya duyem ne şert e. Lewra gotina di vir de dibore nîşan dide ku ya duyem ne şert, bi herdu awayan jî silav tê dayin, cemaet kîjanê dike bila bike, herdu jî caiz ein.” (Îbn Hecer el-‘Esqelanî: Fethu’l-Barî bi Şerhi Sehîhi’l-Buxarî, Te’lîq: ‘Ebdurreûf Se’d, Mektebetu’l-Kulliyyati’l-Ezheriyye, 1978; c: 4, rp. 250, şîroveya hedîsa 831an.)

Li gorî me jî piştî îmam li aliyê rastê silav da divê cemaet li rastê, piştî ku îmam li aliyê çepê silav da, cemaet jî li aliyê çepê silav bide. Ango cemaet ne bi îmam re, piştî silavdayina wî silavê bide…

Di vir em dixwazin vê hişyariyê bikin: Kesê bi îmamî nimêj dikin bi taybetî jî seydayên mizgeftan divê silavdayina xwe dirêj mekin. Lewra ne silava dirêj; dayina silavê bi awayekî kurt sunnet e. Li gorî riwayeteke ku ji Ebû Hureyre hatiye neqilkirin wî wiha gotiye:

“Nedirêjkirina (herf û bêjeya) selamê sunnet e.” (Tirmizî, Selat, 224; Ebû Dawûd, Selat, 185-186)

Îmam Tirmizî piştî ku vê riwayetê neqil dike, cî dide vê şîroveya li jêr:

“Ev hedîs hesen sehîh e. Selamdayina bi vî awayî li gorî ehlê ‘ilmê, musteheb e. Tê neqilkirin ku Îbharîm en-Nexe‘î wiha gotiye: Divê ku tekbîr û silav bêyî dirêjkirinê bên dayin.”

“İbn Seyyidi’n-Nas wiha dibêje: Aliman diyar kirine ku ya musteheb, mirov bêjeya silavê tek bi tek û bêyî dirêjkirin bibêje. Di der barê vê yekê de, ez tu cuhadiyê di navbera aliman de nizanim. Di nimêjê de, ne bi tenê silav, her wiha tekbîrên întiqalê jî divê ku ji aliyê îmam ve neyên dirêjkirin. Lewra ev dirêjkirin, dibe sebebê ku îmam, li pey muqtedîyên (pêbendên) xwe bimîne.” (Sünen-i Ebû Dâvûd Tercüme ve Şerhi, Necati Yeniel, Hüseyin Kayapınar, Qontrol: Mehmed Savaş, Weşanxaxneya Şamil, Stenbol, 1988, c: 4, rp: 57)