Fetwayen Kurdi
Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e?

Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e?

Pirs: Ma hilkirina zendên îşlik di nimêjê de mekrûh e?

Bersiv: Di berhemên fiqhê yên mezhebê Henefî de, hilkirina milan heta enîşkan ji bo mêran di nimêjê de mekrûh hatiye qebûlkirin. Di wan berheman de ev sedemên han hatine pêşkêşkirin; “ew helwest nîşana quretî û riyayê ye”, “dibe sebebê zehmetkişandina çûna secdeyê”, “ne munasibî adab û cidiyeta nimêjê” û hwd.

Hedîseke di der barê vê yekê de wiha ye:

Resûlullah got ku:

“Ferman li min hatiye kirin ku ez li ser heft hestiyan biçim secdeyê. Enî –û bi destê xwe îşaretî bi bal pozê xwe ve kir– herdu dest, serçog, serê tiliyên lingan. Em kincan û por (di secdeyê de) kom nakin.” (Buxarî, Ezan, 133, 134, 137; Muslim, Selat, 227-231 (490); Ebû Dawûd, Selat, 155; Tirmizî, Selat, 203; Nesaî, Tetbîq, 40, 43-44; Îbn Mace, Îqamet, 19.)

Îmam Newewî di şîroveya vê hedîsê de wiha gotiye:

“Li gorî vê hedîsê, komkirina por û kincan di nimêjê de mekrûh e. Ev rewş, li gorî piraniya aliman; hem di nimêjê de hem jî beriya nimêjê mekrûh e. Ev kerahet jî, keraheta tenzîhî ye. Kirina nimêjê bi vî awayî her çiqas ne baş jî be, nimêj durist e. İbnu’l-Munzir vegotiye ku Hesenê Besrî gotiye nimêja bi vî şeklî bê kirin divê careke din were kirin. nimêj bike. Lê belê Dawûdî gotiye ku karê hilkirina kincan bi tenê di nimêjê de mekrûh e. Lê belê nêrîna piraniya aliman pirtir hêjayî tercîhkirinê ye.” (Îmam Newewî, Şerhu Sehîhi Muslim, c: 4, rp: 209)

Di mezhebê Henefî de, hilkirina milan heta enîşkan mekrûh e. Lê belê bêyî ku bigihîje enîşkan hilkirina heta zendan ne mekrûh e. (Zuheylî, el-Fiqhu’l-Îslamî, c: 1, rp: 781, maddeya 24an)

Mirov bi gelemperî gava dest bi karekî bikin, zendikên xwe hil dikin. Mebesta van ji vê kirinê jî da ku nebe asteng li pêşiya karê ku dê bê kirin an jî da ku tu pîsîtî têkilî wan nebe. Ji ber vê yekê dema mirov dest bi kirina nimêjê bike –her wekî teşebusî karekî wiha dike– hilkirina milan an jî devdelingan xweş nehatiye dîtin. Lê belê –mîna ku li jor hat diyarkirin– ji derveyî nimêjê tu mehzûrek di lixwekirina îşlikên ku zendikên wan hatine hilkirin an jî kirina nimêjê bi kincên zendkurt de tuneye.

JÊDER: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Weşanên Weqfa Sulaymaniyeyê, Çapa 3yem, Stenbol, 2016, rp: 167-168.