Fetwayen Kurdi
Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê?

Ma guhdarkirina bi rêya radyo, televîzyon û cd’yê dikeve şûna xetma Qur’anê?

Pirs: Hukmê guhdarkirina Qur’ana Pîroz bi rêya TV, radyo, vcd û hwd. di dînê me de çi ye, ma xêra wê heye? Ma ev dikeve şûna xetma Qur’anê? Dema em Qur’anê dixwînin, ma divê ku em wekî rûniştina teşehhudê rûnin?

Bersiv: Ên ku Qur’ana Pîroz dixwînin xêra xwendina wê, ên ku guh didêrin jî xêra guhdarkirina wê bi dest dixin. Lê belê di xwendina Qur’ana Pîroz de tiştê bingehîn ne ku wê xetim bike; li berevajî vê hewl bide ku Qur’anê fêhm bike û li gorî fermanên wê bijî. Ên ku bi rengî nêzî Qur’anê dibin, gelek xwedanxêr dibin. Heke hûnê ji band, cd’yekê li Qur’anê guh bidêrin, ji yên digel wergera wê guh bidêrin. Ango pêşî  li ‘erebiya ayetê, piştre jî wergera wê… Bi vî awayî bi borîna demê re hûnê Qur’ana Pîroz fêhm bikin.

Di dema xwendina Qur’anê de ne pêwîst e ku hûn mîna rûniştina ji bo teşehhudê rûnin. Ya girîng ku hûn di wê gavê de bi tiştekî din re mijûl nebin. Heke hûnê li Qur’anê guh bidêrin, divê ku hûn li ayetên tên xwendin hûr bibin.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Dema ku Qur’an hat xwendin, guhê xwe bidinê û bêdeng bimînin; da ku rehmet li we bête kirin.” (E‘raf, 7/204)