Fetwayen Kurdi
Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e?

Ma zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê şert e?

Pirs: Hin seyda dibêjin ku zanîna sebebên nuzûla ayetên Qur’anê ne şert e û heta dibêjin ku gelekî ji wan derew in. Ez jî di vî fikrî de me. Heke Xwedê Teala bixwesta wekî ku di gelek ayetan de heye jixwe dê di ayetan de behsa sebebê nuzûla wan jî bikira. Lê belê dema min ayeta 44an ji sûreyê Sad xwend, zirar gihaşt vê ramana min. Li gorî riwayetê, ayeta 44an di der barê sonda Eyyûb aleyhisselam de ye. Ma derxistina wateyekê ji vê ayetê –bêyî hebûna riwayetên nuzûla ayetê– ne pêkan e? An jî ma wateyeke wê ya din heye? Ya jî di wergerandina wê de ji aliyê wateyê ve xirecir û geremoliyek derketiye holê? 

Bersiv: Bi ayetan sabit e ku ji pêxemberan hin guneh sadir bûne. Di ayetekê de Xwedê Teala xitab li Pêxemberê me dike û wiha ferman dike:

“…Hem ji bo gunehên xwe û hem jî ji bo gunehên mêr û jinên bawermend daxwaza lêborîna bike!” (Muhemmed, 47/19. Ji bo ayetên mîna vê bnr: Xafir, 40/55; Fetih, 48/2)

Di ayeta di der barê Eyyûb aleyhisselam de wiha hatiye fermankirin:

Behsa bendeyê Me Eyyûb jî bike; wî rojekê gazî Rebbê xwe kiri bû ku: Bê guman şeytên meşeqet û azar gihandiye min.” (Sad, 38/41)

Xwedê Teala, zanîna Eyyûb aleyhisselam ya ku nexweşiya wî ji şeytên e jê re guneh qebûl kir. Lewra diyar kiriye ku çi tiştê were serê însên ji Wî bi xwe ye û wiha ferman kiriye:

Heke qenciyek bê serê wan, dibêjin: Ev ji cem Xwedê  ye.’ Heke belayek bê serê wan, dibêjin: Ev ji cem te ye.’ Bibêje: Tev ji cem  Xwedê  ne.” (Nîsa, 4/78)

Ji ber vê ye ku Xwedê Teala di sûreyê Sad ayeta 44an de ji Eyyûb aleyhisselam re gotiye “وَلَا تَحْنَثْ  nekeve guneh”. Lê belê ev bêje, di berhemên tefsîr û wergerên Qur’anê de bi awayê “sonda xwe neşkîne” hatiye tercumekirin û bi îtimada li ser riwayeteke ne sehîh, di der barê vê ayetê de gelek tişt hatine gotin. Halbûkî bêjeya حِنْث= hinsê di cihekî din de jî dibore. ayet wiha ye:

وَكَانُوا يُصِرُّونَ عَلَى الْحِنْثِ الْعَظِيمِ

Ew li ser kirina gunehên mezin bi rijd bûn.” (Waqî‘e, 56/46)

Di vir de bêje, ne di wateya “sond”ê de, di wateya “guneh” de ye.

Di zimanê ‘Erebî ji bo şikandina sondê “hins” tê gotin. Lewra şikandina sondê guneh e. (Bnr: Raxib el-Isfehanî, el-Mufradat, maddeya h-n-s)

Ev bêje, ji bo ayeta di der barê Eyyûb aleyhisselam, ne pêkan e ku di wateya sondê de be. Lewra di riwayeta ku di berheman de dibore tê iddiakirin ku Eyyûb aleyhisselam digel ku tu sûcekî jina wî tunebû jî sond xwariye ku sed daran lê bide. Qebûlkirina vê iddiayê ne mumkin e. Lewra sondeke bi vî rengî divê ku neyê bicihanîn. Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Bi sondên xwe, Xwedê nekin hêncet û mehne ji bo ku hûn qencî û teqwadariyê nekin û xelkê li hev neyînin. Xwedê bihîzer e, zana ye.” (Beqere, 2/224)

Pêxemberê me wiha ferman kiriye:

Dema di mijarekê de sond bixwî piştre tiştekî bi xêrtir bibînî, sonda xwe bişkîne, kefaretê xwe bide û were bi ser ya ku tu bi xêr dibînî.” (Buxarî, Eyman, 1; Muslim, Eyman, 7)

Sonda kesê di guneh de sond dixwe, ne sond e. Sonda kesê li ser birîna têkiliya di navbera xizman de sond dixwe, ne sond e.” (Ebû Dawûd, Talaq, 7)

Li gorî vê, wergera ayetên 41-44 ji sûreyê Sad divê ku wiha be:

“Behsa bendeyê Me Eyyûb jî bike; wî rojekê gazî Rebbê xwe kiri bû ku: ‘Bê guman şeytên meşeqet û azar gihandiye min.’

Me jê re got: ‘Lingên xwe li erdê bixe. Ev aveke sar e ji bo vexwarin û şûştinê ye.’

Bi dilovaniyeke ji cem Me û da ku ji aqildaran re bibe bîranîn Me jin û zarokên wî û bi qasî wan jî hinekî din lê vegerandin.

Me jê re got: ‘Rahêje baqekî giya, vêca pê lê (li xwe/li çermê xwe) bide û nekeve guneh. Bi rastî Me Eyyûb bendeyekî sebirkêş dît. Çi xweş bende bû ew! Bêguman ew pir tobekar bû.” (Sad, 38/41-44)

Şûştina bi ava sar û lêdana çermê xwe bi giyayê ji bo Eyyûb aleyhisselam bûbû rêya dermankirin û tedawiyê.

Hûn dikarin bersiva me ya bi awayê vîdeoyê ji navnîşana jêr temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seytan-insana-yorgunluk-veya-azap-verebilir-mi.html