Fetwayen Kurdi
Ma guhdarkirina li dengê pîrekê heram e?

Ma guhdarkirina li dengê pîrekê heram e?

Pirs: Gelo guhdarkirina li dengê pîrekê heram e? Hukmê ku pîrekeke Misilman bernameyên radyo yan jî televîzyonê peşkêş bike çi ye?

Bersiv: Guhdarkirina li dengê pîrekê, ji ber ku deng e ne heram e. Di der barê herambûna dengê pîrekê de di Qur’ana Pîroz de nesseke zelal û vebirî tuneye. Di ayeta 32an ji sûreyê Ehzab de; axaftina pîrekê bi mêrên biyanî re bi nazdarî û îşwebazî û bi awayê ku dengê xwe tenik bike hatiye qedexekirin. Ev jî, ne bi sedema ku deng ‘ewret e; ji ber ku xeberdanên bi vî rengî dê hestên heram di mêran de hişyar bike hatiye heramkirin.

Ji alimên hedîsê nêrîna Îbn Hacer û ‘Eynî wiha ye:

“Bi şertê ku rê li ber xetera zinayê veneke, her çiqas ne bende jî bin, guhdarkirina li stranên keçên xama caiz e. Lewra Rasûlullah (s.a.w) di hedîsa “Carîyeteyn” de pêşî li ber vê yekê negirtiye, li berevajî vê bûye asteng li hemberî bûna Ebû Bekir li dijî vê.” (îbn Hacer, Fethu’l-Barî, c: 5, rp: 115; ‘Eynî, Umdetu’l-Qarî, c: 5, rp: 370)