Fetwayen Kurdi
Ma Ademê ku Şeytan nikaribû ew bixapanda, hevsera wî Hewwayê ew xirand?

Ma Ademê ku Şeytan nikaribû ew bixapanda, hevsera wî Hewwayê ew xirand?

Pirs: Ma li bihuştê ji mêweyê dara qedexekirî yekem car Adem aleyhisselam an jî diya me Hewwayê xwar? Li vir ez dixwazim vê pirsê bikim: Ma mêr li hemberî jinan gelekî qels in? Lewra wiha tê gotin: Şeytan nikaribû Adem bixapîne û mêweyê qedexekirî pê bide xwarin, lê belê bi Hewwayê da xwarin û wê jî bi Adem da xwarin.

Bersiv: Di hin berhemên hedîsê de -di serî de jî Buxarî û Muslim- riwayeteke wiha derbas dibe: “Ne ji ber Hewwayê bûna, dê tu pîrekê îxanet li mêrê xwe nekira.” (Buxarî,  Enbiya; 1; Muslim,  Rada,  62 (1470). Zanyarên ku ev hedîs şîrovekirine gotine ku îxaneta Hewwayê, xapandin û teşwîqkirina Adem li ser xwarina mêweyê qedexekirî ye.

Di ayetên Beqere, 2/34-39; E’raf, 7/11-25 û Taha, 20/116-123an de ku qisseya Adem aleyhisselam û Îblîs di wan de tê kirin, hatiye diyarkirin ku Şeytên, Adem û hevsera wî (Hewwayê) xapandiye û mêweyê qedexekirî bi wan daye xwarin. Di van ayetan de nehatiye diyarkirin bê ka kê yekem car ji mêweyê dara qedexekirî xwariye û li ser xwarina wê kê teşwîqa kê kiriye. Li berevajî vê hatiye gotin ku Şeytan herdu jî ji rê derxistine û mêweyê dara qedexekirî bi wan daye xwarin. Lê belê heman qisse di Tewratê de di beşa 3yem ji qismê (Tekwînê)  wiha hatiye vegotin:

  1. Ji ajalên kûvî yên ku Xwedayê Perwerdigar ew afirandine yê herî fêlbaz mar bû. Mar ji pîrekê pirsî: “Ma bi rastî jî Xwedê gotiye ku ji tu mêweyên darên li bexçe mexwin?”
  2. Pîrekê wiha bersiv daye: “Em dikarin ji mêweyên darên bexçe bixwin.”
  3. “Lê belê Xwedê got: Ji mêweyê dara nava bexçe nexwin, destê xwe nedinê, an na hûn ê bimrin.”
  4. Mar got: “Teqez hûn namrin,”
  5. “Lewra Xwedê dizane ku dema hûn ji mêweyê wê darê bixwin dê çavên we vebin, hûn ê başî û xerabiyê ji hev derxin; bibin wekî Xwedê.”
  6. Pîrekê dît ku dar xweşik e, mêweyê wê ji bo xwarinê munasib û ji bo bidestxistina zanayiyê balkêş e. Mêwe jê kir û xwar. Mêwe da hevserê xwe yê li nik wê bû, wî jî xwar.
  7. Çavên herduyan jî vebûn. Têgihîştin ku tazî ne. Ji ber vê yekê pelên hejîrê dirûtin û ji xwe re kirin pêşmalk.
  8. Pê re, dengê Xwedayê Perwerdigar ê ku di hênikayiya rojê de li nav bexçe dimeşiya, bihîstin. Jê reviyan û xwe di nav daran de penhan kirin.
  9. Xwedayê Perwerdigar bangî Adem kir, “Tu li ku yî?”
  10. Adem got: “Dema min dengê Te li nav bexçe bihîst, ez tirsiyam. Lewra ez tazî bûm, ji lewre min xwe veşart.”
  11. Xwedayê Perwerdigar wiha pirsî: “Kê ji te re got ku tu tazî yî? An te ji mêweyê dara ku Min gotibû jê mexwe, xwar?”
  12. Adem wiha bersiv da: “Pîreka ku Te ew danîbû ba min mêweyê darê da min, min jî xwar.”
  13. Xwedayê Perwerdigar, ji pîrekê pirsî: “Ev çi kar e ku te kir?” Pîrekê wiha bersiv da: “Mar ez xirandim, ji ber vê yekê min xwar.”
  14. Li ser vê yekê Xwedayê Perwerdigar ji mar re got ku: “Ji ber vê kirina te di nav ajalên kedî û kûvî de ya herî bi lanet dê tu bî. Dê li ser navê bimeşî, tu dê di temamê jiyana xwe de axê bixwî.”
  15. Te û pîrekê, ez ê nesla wê û nesla te ji hev re bikim neyar. Nesla wê dê serê nesla te bipelixîne. Tê dê êrişî paniya wê bikî.
  16. Xwedayê Perwerdigar ji pîrekê re got: “Di dema wîladetê de Ez ê gelekî êşê bi te bidim kişandin. Bi derd û êşê dê biwelidînî. Tê daxwaziya mêrê xwe bikî. Ew ê rêveberiya te bike.”
  17. Xwedayê Perwerdigar ji Adem re got: “Bi sedema ku te bi gotina pîreka xwe kir û te ji mêweyê dara ku Min xwarina wê li te qedexe kiribû xwar, ji ber te lanet li rûyê erdê bariya. Di temamê jiyana xwe de bê ked û xebatê tu yê debara xwe bidest nexî.”
  18. Ax dê dirî û tûman bide te, tu dê gihayên beyaran bixwî.
  19. Heta mirinê tu yê debara xwe bi xwêdanê bi dest bixî. Lewra tu ax î, ji axê hatî afirandin û dîsa bi bal axê ve bê vegrandin.”

Wekî ku tê dîtin çavkaniya agahiyên di der barê kesê ku Adem aleyhisselam xapandiye; dayika me Hewwa ye ne Qur’an;  Tewrat e. Bi îhtimaleke mezin ev agahiyên han bi awayê “hedîs”ê derbasî çavkaniyên me bûne û bi wî awayî hatine ragihandin.