Fetwayen Kurdi
Ma Misilman henekan dikin?

Ma Misilman henekan dikin?

Pirs: Ma Pêxemberê me (s.a.w) tirsandina mirovan bi rêya henekan qedexe kiriye? Gelo wî di der barê vê yekê çi gotiye?

Bersiv: Ji ber fêdeya van sedemên li jêr; borandina demeke xweş, rihetkirina mirovan, dilxweşkirina qelban, pêşxistina dostanî û hogiriyê, kirina henekan meşrû hatiye dîtin. Li aliyê din henekên derew, ên mirovan diêşînin, tinaz, ên mirov pê pîs dibin û kêm dikevin,  ên mustehcen, ên mirov pir dikenînin û henekên ji hed der guneh û heram in. (Mustafa Çağrıcı,  “Şaka”,  İslam’da İnanç İbadet Ve Günlük Yaşayış Ansiklopedisi,  Redaktor:  İbrahim Kâfi Dönmez,  İstanbul,  1997,  c:  4,  rp: 183)

Çend hedîsên di der barê vê mijarê de wiha ne:

Li gorî ku ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: Me got; “Ey Qasidê Xwedê, ev çi kar e, tu bi me re henekan dikî! Li ser vê yekê wî wiha ferman kir: Gava ez henekan dikim jî bi tenê heqîqet û rastiyan dibêjim.” (Tirmizî, Bir, 57)

Li gorî ku ji Enesê kurê Malik hatiye ragihandin, zilamekî ji bo siwarbûnê heywanek ji Resûlullah xwest. Qasidê Xwedê got ku: “Ez ê tormê hêştireke mê bidim te.” Gava zilam got: “Ya Resûlullah! Ma ez ê çi bikim ji tormê hêştira mê?” Qasidê Xwedê wiha kerem kir: “Ma temamê hêştiran, ne ji yên mê ne?” (Tirmizî,  Bir,  57; Ebû Dawûd,  Edeb,  84)

Li gorî ku ji Enesê kurê Malik hatiye ragihandin, Resûlullah jê re wiha digot: “Ey kesê du guh.” (Tirmizî,  Bir,  57; Ebû Dawûd,  Edeb,  84)

Li aliyê din hekenên ku dilê mirovan dişkînin an jî mirovan ditirsînin, her wiha kirina henekan bi aletên tûj û qulker û kirina henekan bi çek û sîlehan heram e. Lewra ev yek di urf û adeta me de wiha cî girtiye: “bi sîlehê henek nabe.” Hin hedîsên di der barê vê yekê de wiha ne:

Li gorî ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas hatiye ragihandin, Pêxemberê me (s.a.w) wiha ferman kiriye: “Bi birayê xwe re nekeve nîqaşê, henekên ku dilê wî bişkîne neke û sozê peymana ku tê nikaribî bînî cî nede.” (Tirmizî,  Bir,  57)

Li gorî ku ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin, Resûlullah (s.a.w) wiha gotiye:

“Bila tu kes ji we sîleha xwe dernexe û berê wê nede birayê xwe yê di dîn de. Lewra ew nizane, pêkan e ku şeytan sîleha wî ji destê wî derxe, ji ber vê yekê wî gêrî koncaleke dojehê bibe.” (Buxarî,  Fiten 7; Muslim,  Bir 126 (2617)

Ebû Hureyre got ku:

Ebu’l-Qasim (s.a.w) wiha ferman kir:

“Kesê bi hesinekî îşaretî bi bal birayê xwe ve bike, heta ew wî hesinî ji destê xwe bernede ferîşte lanetê lê dibarînin. Her çiqas ev birayê wî yê ji dê û bav jî be.” (Muslim,  Bir 125 (2616)