Fetwayen Kurdi
Ma di dînê me de ji bo nexweşiyên derûnî tu rêyeke çareseriyê heye?

Ma di dînê me de ji bo nexweşiyên derûnî tu rêyeke çareseriyê heye?

Pirs: Di vê serdema ku em tê de dijîn, aramiya mirovan ya derûnî gelekî kêm e, heta qet tuneye. Ez guman dikim ku sedema bingehîn ya vê rewşê; em Îslamê ne bi awayê ku Xwedê Teala ferman kiriye dijîn. Em mirov her gav li pey hin tiştan baz didin û bi hin tiştan re mijûl dibin. Bi baweriya min, ji ber vê yekê em bi xwe, malbat û civaka xwe re baş eleqedar nabin. Ez dixwazim di der barê nexweşiyên serdema me de ji stres, depresyon û şîjofreniyê ji we bipirsim. Dînê Îslamê teqez ji bo her tiştî çareserî pêşkêş kiriye. Dermankirina van derdan jî dîsa di Îslamê de heye. Heke hûn di der barê vê mijarê de min agahdar bikin, ez ê gelekî dilşad bibim.

Bersiv: Piraniya nexweşiyên ku we behsa wan kir, nexweşiyên derûnî ne. Dema însan helwestên ku Xwedê Teala ji wan dixwaze nîşan nedin, fitret ango xwezaya mirov birîndar û nesax dibe. Piştî ku fitreta mirov birîn girt, êdî dawî li nexweşiyên bi vî rengî nayê.

Beriya her tiştî divê ku mirov fikr û ramanên xwe yên dînî û her wiha kar û kiryarên xwe sererast bike. Piştî vê, bi destûra Xwedê Teala nexweşiyên derûnî yên bi vî awayî dê neyên dîtin.

Xwedê Teala di ayetekê de wiha ferman dike:

Ji ber tiştên ku mirovan bi destên xwe kirin, xerabî li bej û deryayê xuya bûye, Ev, da ku hinekî ji ya ku kirin bi wan bide tamkirin, dibe ku ew (ji kirinên xwe) vegerin.” (Rûm, 30/41)