Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare navê Xwedê ji bo Ellah Teala bikar bîne?

Ma mirov dikare navê Xwedê ji bo Ellah Teala bikar bîne?

Pirs: Ma gotina ji Ellah pê ve tu xweda tunene, rast e? Ma mirov dikare bêjeya xwedê ji bo Ellah bikar bîne? Di malpera we ez çend caran pêrgî vê îfadeyê hatim. Gelo hûn çima vê bêjeyê bikar tînin?

Bersiv: Ellah, navê taybet e, ji Wî pê ve ji bo tu kesê din nayê bikaranîn. Xwedê jî di wateya îlah de ye. Hem ji bo Ellah Teala hem jî ji bo yên ku xwedatiya wan tê angaşkirin tê bikaranîn. Gotina “ji Ellah pê ve tu îlah tunene” û gotina “ji Ellah pê ve tu xweda tunene” di heman wateyê de ne. Bi sedema ku bêjeya îlah bi ‘Erebî ye, ji bilî peyva xweda tu bêjeyeke ku em di dewsa wê de bikar bînin tuneye. Hewldana mehkûmkirina vê bêjeyê, bi temamî karekî vala û bê wate ye.