Fetwayen Kurdi
Hecamat çi ye? Hûn dikarin di der barê wê de agahiyê bidin?

Hecamat çi ye? Hûn dikarin di der barê wê de agahiyê bidin?

Pirs: Hûn dikarin di der barê hecematê de agahiyê bidin? Ma Pêxemberê me (s.a.w) hecamat kiriye?

Bersiv: Mirov cihekî ji laş xêz bike/biqelêşe û bi mebesta ku xwînê jê bikşîne qedeh an jî şûşeyekê li ser bide rûniştandin re hecemat tê gotin.

“Tê zanîn ku hecemat wekî azîneyeke parastina tenduristiyê di serdema Hz. Pêxember de jî dihat kirin. Wî bi xwe hecemat daye kirin, heta kirina hecematê teşwîq kiriye. Hatiye riwayetkirin ku Resûlullah, ji nav azîne û awayên rêyên tedawiyê yên wê demê rêya hecematê ya herî baş jimartiye (Buxarî,  Tib,  13; Muslim,  Musaqat,  62,  63), wî û sehabiyan bi gelemperî ji bo êşê û her wiha ji bo êşa serî (Buxarî,  Tib,  15; Ebû Dawûd,  Tib,  3) li serî, mil, li rehên stû, li qorik û li jorê piyan hecemat daye kirin (Buxarî,  Tib,  14,  15; Ebû Dawûd,  Menasik,  35,  Tib,  4. 5; Tirmizî,  Tib,  12; Îbn Mace,  Tib,  21). Dîsa hatiye neqilkirin ku wî gotiye; kirina hecematê, aqil û zihna mirov bihêz dike (Îbn Mace,  Tib,  22).”

(JÊDER:  Abdullah Köşe,  Mahmut Rıdvanoğlu,  “Hacamat”,  DİA,  c:  14,  rp:  423)