Fetwayen Kurdi
Ma Hz. Enes kengî wefat kiriye?

Ma Hz. Enes kengî wefat kiriye?

Pirs: Ma Hz. Enes (x.j.q) kengî çûye ber rehma Xwedê? Di hin sohbetan de ango di sohbetên ku min li wan guh dêrane û min xwendine de tê gotin ku piştî wefata Pêxemberê me (s.a.w) bi 80ê salî çûye ber rehma Xwedê. Di hinên din de jî tê gotin ku di cenga Uhudê de wefat kiriye. Gelo Hz. Enes kengî wefat kiriye?

Bersiv: Enesê ku di cenga Uhudê de şehîd ketiye û Enesê ku piştî wefata Pêxemberê me (s.a.w) bi 80 salî wefat kiriye, ji hev cuda ne ango ne heman kes in. Lewra Enes ê ku di cenga Uhudê de şehîd ketiye, ji Ensariyan Enesê kurê Nedr e.

Ê ku piştî wefata Pêxemberê me (s.a.w) bi 80ê salî miriye, Enesê kurê Malik e. Enesê kurê Malik (x.j.q) bi xizmetkariya Pêxemberê me navdar e û ji pêşengên ku pir hedîs riwayet kirine. Ew, di bûyerên mezin mîna; Hudeybiye, Xeyber, Fetha Mekkeyê, Huneyn, Muhasereya Taifê û Hecca Xatirxwestinê de digel Pêxemberê me bû. Enesê ku beriya hicretê bi 10 salan (612 zayînê) hatiye dunyayê, ji 100 salan zêdetir jiyaye. Tê zanîn ku ew di sala 93ê hicrî de wefat kiriye. Lê belê hin kesan gotine ku ew di sala 90, 91, 92 an jî 95an de wefat kiriye.