Fetwayen Kurdi
Ma gotina “hemd ji Xwedayê me re” rast e?

Ma gotina “hemd ji Xwedayê me re” rast e?

Pirs: Em li leşkeriyê di dema xwarina xwarinê de dua dikin. Di dewsa gotina “hemd ji Ellah re”, bi awayê “hemd ji Tanrı/Xwedê re” dua bi me didin kirin. Ma ev gotin tê wateya çêkirina şirîkan ji Ellah re. Temamê duayê ku tê kirin wiha:  Hemd ji Tanriyê/Xwedayê me re, miletê me her hebe.

Bersiv: Gotina Tanrı/Xwedê di dewsa Ellah de nayê wateya çêkirina şirîkan. Lewra bêjeya tanrı/xwedê, dikeve şûna kelîmeya îlah ya di zimanê ‘Erebî de. Ji ber vê yekê gotina tanrı/xwedê ji bo Ellah Teala şirkê lazimî xwe nake. Bi kurtasî, hewcedarî bi nîqaş û gengeşiyên di der barê bikaranîna vê bêjeyê de tuneye.