Fetwayen Kurdi
Gava bijîka jin hebe, ma mirov dikare yê mêr tercîh bike?

Gava bijîka jin hebe, ma mirov dikare yê mêr tercîh bike?

Pirs: Di rewşa ku bişîjka nexweşiyên jinan û wîladetê ya jin hebe, gelo pîreka ducanî bijîşkê mêr tercîh bike heram e?

Bersiv: Nihêrtina li navbera navik û çoga jinan hem ji bo mêran hem jî ji bo jinan heram e. Lê belê di rewşên awarte de, mirov bi tenê dikare li cihên pêdivî pê heye binêre. Li aliyê din bi sedema ku nihêrtina mêran nabe wekî ya jinan, bijîşka jin hatiye tercîhkirin. Heke ji bo tercîhkirina bijîkê mêr pêwîstî hebe, di vê rewşê de bijîşkê mêr jî dikare binêre.