Fetwayen Kurdi
Ma hukmê biratiya bi rêya xwînê ji aliyê dînî ve çi ye?

Ma hukmê biratiya bi rêya xwînê ji aliyê dînî ve çi ye?

Pirs: Em çar heval li heman kargehê dixebitin û pêwendiyên me bi hev re li gorî qeyd û bendên dînê Îslamê ne. Li aliyê din me di navbera xwe de biratiya bi rêya xwînê jî saz kir.  Gelo hukmê biratiya bi rêya xwînê ji aliyê dînî ve çi ye?

Bersiv: Têgeheke bi navê biratiya bi rêya xwînê di dînê Îslamê de tuneye. Jixwe Xwedê Teala diyar kiriye ku temamê Misilmanan birayên hev in. (Hucûrat, 49/10)

Heke hûn heval di navbera xwe de li ser kirina karên baş, piştgirî û kirina alîkariya hev li hev bikin, ev helwesta we dê derî li ber gelek tiştên bi xêr veke.

Ji kerema xwe serî li navnîşana jêr jî bidin:

https://www.fetwayenkurdi.com/?p=739