Fetwayen Kurdi
Mirov ji bo alîkariya birayên xwe yên li Filîstînê bernameya şahiyê lidar bixe

Mirov ji bo alîkariya birayên xwe yên li Filîstînê bernameya şahiyê lidar bixe

Pirs: Me li Frensayê komeleyek ava kir. Da ku em alîkariyê ji birayên xwe yên li Filîstînê re bişînin, di van demên dawî em difikirin ku bernamyeke şaşiyê di nav jinan lidar bixin. Şahiya me dê di nav jinan de be… Gelo lidarxistina wê bernameyê durist e? Temamê beşdarên şahiyê ji jinan pêk tê… Li vê derê çend xaniman nerazîbûna xwe li hemberî vê organîzasyonê nîşan dan û gotin ku ev karê şeytên e. Gelo hûn di der barê vê yekê de çi difikirin? Ma rastiya vê nêrînê heye? 

Bersiv: Gelî xwişkên birûmet,

Lidarxistina bernameya şahiyê ji bo jinan û lidarxistina bernemeya şahiyê ji bo alîkariya Filîstinê du mijarên ji hev cuna ne! Di demên adî û edetî de lidarxistina bernameya şahiyê ji bo jinan li hawirdoreke ku bi tenê jin hene de tu mehzûr tuneye. Lê belê pirsa sereke, gelo ji bo alîkariya Filîstinê çima rê û rêbazeke bi vî rengî hatiye hilbijartin! Ew li wê derê cihadê dikin û têkoşîna hebûn û tunebûnê didin. Ew ji xwarin, kinc û dermanan mehrûm in. Di dewsa ku birayên wan ên Misilman alîkariya wan bikin, rabin ji bo vê yekê bernameya şahiyê lidar bixin birastî jî ne tiştekî edetî ye. Ma qey, bi vê rêyê em ê berşdarî derd û kulên van birayên xwe bibûna! Parvekirina derd û kulên wan ma qey bi tenê bi rêya şandina alîkariyên maddî ye? Ma li aliyekî em ê li birayên xwe yên li wê derê bifikirin alîkariyên maddî bişînin, lê belê li aliyê din di nav kêf û zewqê de şahiya xwe berdewam bikin? Nexêr… Divê ne wiha be… Teqez divê wisa neyê kirin… Qaşo em Misilman, wekî endamên laşekî bûn? Ma ne dema endamekî bedena me biêşiya, aliyên laş yên din jî diêşiyan? An biratiya me derbe xwar?

Divê di serî de em xwe daweşînin, werin ser hişê xwe. Axa ku wekî mirinê em dorpêç kirina ji ser xwe bidin alî. Çawa ku em ji aliyê maddî ve alîkariya wan birayên xwe dikin, divê em ji aliyê manewî jî ve bi wan re bin. Divê em bi derdên wan re derddar bibin, êşên ku dikşînin di dilê xwe de his bikin. Di halê ku ew rûbirûyî her cur neheqî û şkenceyan dibin herî kêm divê ku xewên me li heram bibin. Divê em huqûqa xwe ya biratiyê di ber çavan re derbas bikin. Di duayên xwe pêşaniyê bidin wan.