Fetwayen Kurdi
Ma hedîseke bi şeklê “Di demên zor de alîkariyê ji miriyan bixwazin” heye?

Ma hedîseke bi şeklê “Di demên zor de alîkariyê ji miriyan bixwazin” heye?

Pirs: Ma hedîseke bi vî awayî “Dema hûn di karê xwe de şaş man, alîkariyê ji miriyên di goran de bixwazin” heye? Vê hedîsê hem bo duristiya xwestina alîkariyê ji miriyan hem jî bo li ser meşrûbûna rabitê, dikin delîl.

Bersiv: Pêgirêdayiyên hin terîqetan riwayetên li jêr ji xwe re dikin delîl û dibêjin ku “di vê meseleyê de hedîs heye” û bi vî awayî xwestina alîkariyê ji ehlê goran meşrû didêrin:

إِذا تَحَيَّرْ تُم فِي اْلأمُورِ فاَسْتَعِينُوا بِأَهْلِ اْلقُبُورِ

إِذا أَعْيَتْكُمْ الأمُورُ فَعَلَيْكُمْ بِأهْلِ الْقُبُورِ ، أوْ فاَسْتَعِينُوا بِأَهْلِ اْلقُبُورِ

“Dema hûn di karê xwe de şaş man, alîkariyê ji miriyên di goran de bixwazin”

Lê belê mîna ku Îbn Teymiyye jî diyar kiriye “Bi tifaqa alimên ku hedîsên Pêxemberê me baş dizanin, ev gotin, derew e, iftirayeke li ser Pêxemberê me ye. Tu kesekî ji alimên hedîsê ev bi hedîsî riwayet nekirine. Di tu berhemeke pêbawer de cih negirtiye.[1] Ji aliyê yekî ku deriyê şirkê vekiriye, bi derewîn hatiye gotin.”[2]

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/darda-kaldiginizda-kabirdekilerden-yardim-isteyin-sozu-hadis-mi.html

Ji bo bidestxistina agahiyên berfirehtir di derbarê vê gotina ku di berhema Eclûnî ya bi navê Keşfu’l-Xefa[3] de dibore, em tewsiye dikin ku hûn beşên têkildar ji pirtûka me ya Kur’an Işığında Tarikatçılığa Bakış[4] bixwînin.



[1] Îbn Teymiyye, Mecme‘u’l-Fetawa, I, 356.

[2] Mecme‘u’l-Fetawa, XI, 293.

[3] I, 85, jimara hedîsê: 213.

[4] Abdülaziz Bayındır, Kur’an Işığında Tarikatçılığa Bakış, Weşanên Suleymaniyê, Stenbol 2007, rp. 12-14.