Fetwayen Kurdi
Ma mirov ji gorê axê bigire yan jî çîçekê jêbike guneh e?

Ma mirov ji gorê axê bigire yan jî çîçekê jêbike guneh e?

Pirs: Ma mirov ji gorê axê bigire yan jî çîçekê jêbike guneh e? 

Bersiv: Baweriyeke pûç û xerafe ye ku mirov ji gora lêzimekî xwe yan jî ji tirbeya yekî ku dostê Xwedê tê zanîn axê bigire, bibe mala xwe, wê axê hilîne û pîroz bibîne. Hêviya tiştekî ji wê axê mirovî dixwe şirkê.

Li gorî dînê me tu girîngeyeke ku; mirov çîçekan bibe goristanê û dêne ser gorê tune ye. Lewra tu têkilaya çîçek û hwd. bi mirî re tune ye. Ev bi tenê ji bo dilxweşiya yên li paş mane tê kirin. Tiştên bi vî awayî ji çanda me re biyanî ne.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê ziyareta goristanê de ji kerema xwe serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3102

Hûn dikarin ji navnîşana jêr bersivên me yên di derheqê xurafeyan de bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?cat=3161