Fetwayen Kurdi
Ma her kesê ku Qur’anê bixwîne dê jê fêhm bike?

Ma her kesê ku Qur’anê bixwîne dê jê fêhm bike?

Pirs: Ma pêkan e ku her kes Qur’anê bixwîne û jê fêhm bike? Li ser meseleyê ez nizanim Qur’anê bixwînim. Zimanê ‘Erebî jî bi binî ve nizanim. Ma helwesteke rast e ku ez wergera Qur’ana Pîroz bixwînim û hewl bidim tiştê ku ez jê fêhm dikim bi cih bînim?

Bersiv: Çi kesê ku Qur’ana Pîroz bixwîne dê jê fêhm bike. Lê belê ev bi zanîn, tecrube û zerengiya mirov ve girêdayî ye. Ango çawa ku yekî cotkar an jî yekî şivan dikare ji Qur’anê fêhm bike; her wiha yekî bijîşk, fizîknas û endezyarek jî dikare jê fêhm bike. Lê belê fêhma wan dê ji hev cuda bin.

Li aliyê din, fêhmkirina Qur’anê û derxistina hukman jê du tiştên ji hev cuda ne. Her mirovê Misilman ji fêhmkirina Qur’anê berpirsyar e; ne ji derxistina hukman. Ev erka zanayan e. Zana jî ne li gorî dilê xwe, li gorî azîneyekê Qur’anê rave dikin û hewl didin ku hukman jê derxin.

Ji bo tefsîra Qur’anê azîneyên ku Qur’anê bi xwe destnîşan kirine, hene. Divê ev, ji aliyê komeke zana bên bicihanîn. Ên ku vê komê pêk bînin, dê xwe bigihînin raveyên Qur’anê. Ji bo dîtina vê azîneyê, hûn dikarin serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html