Pirs: Hûn dikarin ji sûreyê Beqere ayeta 256an rave bikin? Ma mirov dikare fermanên olî bi kesên Misilman bi zorê bide kirin? Hevser û zarokên min digel ku dibêjin em Misilmanên dê servekirî li derve bigerin, ma mafê min tuneye ku ez ji wan re bibêjim xwe bigrin? Ez hedîseke bi vî awayî dizanim: “Dema zarokên we gihaştin 7 saliya xwe fermana wan bi kirina nimêjê bikin. Di 12 saliya wan de eger nimêj nekin bi awayekî sivik li wan bidin.” Eger zor û zextî tune be, wê gavê divê mirov vê hedîsê çawa fêhm bike?
Bersiv: Xuleseya dîn, îman e. bingeha baweriyê jî rastdêrana bi dil e. Dil cîhana mirov ya hundirîn e. Însan di vir de gelekî azad e. Tu bawerî, bi zor û zextan bi mirovan nayê qebûlkirin. Pergalên herî stemkar jî nikarin di vê yekê de bi ser bikevin. Ayeta 256an ji sûreyê Beqere vê yekê destnîşan dike:
“Di dîn de zordarî tune ye! Birastî serwextî (ya di dîn de) ji rêşaşiyê hatiye kifşkirin. Naxwe kî ku Taxûtî înkar bike û bi Xwedê baweriyê bîne, teqez wî xwe bi qulpa saxlem (û asê) girtiye ku qetandin jê re nîn e. Xwedê bihîzer e, zana ye.” (Beqere 2/256)
Di kirina îbadetan de jî mirov nikare li însanan zordariyê bike. Lewra ji bo kirina îbadetan niyet şert e. Niyet, ji bo kirina karekî mirov ji dil biryar bide. “’Emel/kar, li gorî niyetan e.” Bi tenê Xwedê Teala û kesê îbadetê dike dizane ka îbadet bi çi mebestê hatiye kirin. Ji ber ku îbadet bêniyet nayê kirin, îbadet bi zorê nabe. Li ser meseleyê mirov dikare bi kotekî nimêjê bi yekî bide kirin, lê belê gava niyet neanîbe wî kesî nimêj nekiriye bi tenê xwe xwar û rast kiriye. Ev jî bi kêrî tu tiştekî nayê.
Ji ber vê yekê mirov nikare zorê bide yekî da ku Misilman bibe yan jî wekî Misilmanan tev bigere.
Divê mirov hukmên Îslamê fêrî zarokên xwe bike; ne ku bi zorê bi wan bide kirin. Gera rût û tazî bi sedema ku ji bilî baweriyê dibe sebebê xerabiyê ye, astengbûna li pêşberî vê helwestê nakeve bin beşa zordariya olî.
Divê mirov her gav ji însanan re û bi taybetî jî ji xizmên xwe re qala dîn bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Emrê malbata xwe bi kirina nimêjê bike û tu jî li ser kirina wê xwe ragire! Em, tu rizqekî ji te naxwazin; Em risqê te didin. Encama xêrê teqez ji xweparêzan re ye.” (Taha 20/132)