Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare ji bo miriyan Qur’anê bixwîne?

Ma mirov dikare ji bo miriyan Qur’anê bixwîne?

Pirs: Hukmê xwendina Qur’anê û bexşandina xêra wê ji miriyan re çi ye? Gelo ayet û hedîsên di der barê vê yekê de çi ne?

Bersiv: Xwendina Qur’anê ji bo miriyan tu bandorê li wan nake. Di der barê vê yekê de tu delîlek tuneye.

Lê belê Xwedê Teala li me şîret dike ku em ji birayên xwe yên Misilamn yên beriya xwe xwe re dua bikin, Pêxemberê me jî aleyhisselam bi kirinên xwe yên di vî warî de ji me re bûye mînak.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên piştî wan tên, wiha dibêjin: “Rebbê me! Li gunehên me û gunehên birayên me yên ku beriya me bawerî anîne bibore, kîn û rika wan nexe dilê me! Rebbê me! Bi rastî tu Reuf î, Reîm î!” (Heşr, 59/10)

Şîret li me hatiye kirin ku em piştî her nimêjê vî duayî bikin:

Rebbê me! Di roja hesabdîtinê de, li gunehên min, li yên dê û bavên min û li yên bawermendan bibore!” (Îbrahim, 14/41)

Ebû Useyd Malikê kurê Rebî‘e es-Se‘îdî (x.j.q) wiha dibejê: Rojekê em li huzûra Qasidê Xwedê bûn, ji eşîra Benîselem zilamek ji nişka ve derket û wiha pirsî:

– Ya Resûlellah! Piştî mirina dê û bavê min, tu xêreke ku ez ji bo bikim heye?

Resûlullah wiha bersiv da:

– “Belê. Tê ji wan re du bikî, bexşandina gunahên wan bixwazî, wesiyetên wan bi cih bînî, li xizmên wan miqate bî, îkrama dostên wan bikî.” (Ebû Dawûd, Edeb, 120; Îbn Mace, Edeb, 2)

Qur’ana Pîroz ne ji miriyan re; ji bo kesên li heyatê ne, hatiye hinartin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me helbest fêrî wî (Pêxember) nekiriye. Jixwe ev ne babetê wî ye. Ya ku me fêrî wî kiriye, bes haydarî û Qur’ana ronak e. Da ku ew (bi vê Qur’anê) kesê zindî hişyar bike û da ku li ser kafiran jî ezab misoger bibe.” (Yasîn, 36/69-70)

Xêra xwendina Qur’anê bi tenê ji bo kesê wê digel fêhmkirinê dixwîne û hewl dide ku wê di jiyana xwe bi cih bike, heye. Lê belê kesê mirî, eger di heyata xwe de xwendina Qur’anê fêrî yekî din kiribe an jî bûbe wesîle ji bo xwendina Qur’anê, çi gava ku ew kes Qur’anê bixwînin xêra wê ji kesê yekem re jî tê nivîsandin. Jixwe ev jî, xêra ku mirov ji bo karekî baş bibe wesîle.

Ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/geceleyin-mezarliktan-gecerken-fatiha-okumak-gunah-midir.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olulere-kuran-okunabilecegine-dair-rivayet-edilen-hadisler-sahih-midir.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olulerin-arkasindan-kuran-okumak-hatim-indirmek-faydali-olur-mu.html