Fetwayen Kurdi
Divê em ji sûreyê Beqere ayeta 156an, çawa fêhm bikin?

Divê em ji sûreyê Beqere ayeta 156an, çawa fêhm bikin?

Pirs: Ma divê em ayeta em ji bal Xwedê ve hatine, em ê bi bal Xwedê ve vegerin, çawa fêhm bikin? Ma niha Xwedê Teala li cihekî din e gava em bimrin em ê bigihînê?

Bersiv:  Ayeta têkildar wiha ye:

Ew ên ku dema belayek tê serê wan wiha dibêjin: “Em hemû yên Xwedê ne, jixwe em ê li Wî vegerin.” (Beqere, 2/156)

Fexreddîn Razî, di şîroveya vê ayetê de wiha dibêje:

“Beşa “Em hemû yên Xwedê ne”, îtirafkirina ku em hemû, mulkê Xwedê ne. Beşa “Jixwe em ê li Wî vegerin.” îqrarkirina bi bimrin û fanîtiya me ye.

Vegera bi bal Xwedê ve, ne di wateya cih an jî alî de ye. Lewra ev, di der barê Xwedê de ne pêkan e. Di rastiya xwe de mebest ji vê yekê bende, dê here cihekî ku ji Xwedê pê ve hukidariya tu kesekî din tuneye. Ev jî warê axretê ye. Lewra di wê gavê de tu kes ne dikare fêdeyekê bide wan, ne jî dikare zirarekê ji ser wan bide alî. Lê belê di dema ku li dunyayê ne, di zahir de kesên ji bilî Xwedê jî dikarin fêde û zirarê bidin. Xwedê Teala ev yek, wekî rucû‘ (veger)a bi bal xwe ve qebûl kiriye. Lewra di zimanê ‘Erebî de îfadeyeke wiha heye: “Bi bal melik û dewletê ve serî tê lêdan, tê miracietkirin.” Mebest ji vê, ne ku “bi bal wî/wê ve tê întiqalkirin, çûyin”, li berevajî vê ev di vê wateyê de ye: “li hêza wî/wê serî tê lêdan, û dubendî/ixtilaf bi bal wî/wê ve tên birin.”