Fetwayen Kurdi
Ma îfadeya “فَاقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ” ya di sûreyê Beqere ayeta 54an de derbas dibe tê çi wateyê?

Ma îfadeya “فَاقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ” ya di sûreyê Beqere ayeta 54an de derbas dibe tê çi wateyê?

Pirs: Hûn dikarin ji sûre Beqere ayeta 54an rave bikin? Ma divê em fermana di der barê Zaroyên Îsraîl de ya “nefsên xwe bikujin”, çawa fêhm bikin?

Bersiv: Wergera ayeta 54an ji sûreyê Beqere wiha ye:

“Rojekê Mûsa ji gelê xwe re wiha gotibû: “Hey gelê min! We bi îbadetkirina ji golikê re li xwe zilim kir. Vêca bi bal Xwedayê xwe ve tobe bikin, piştre ya di nefsa xwe de bikujin. Ev, ji bo we li nik afirînerê we çêtir e.” Paşê Xwedê jî toba we qebûl kir. Bêguman Xweda zêde tobepejrên e, dilovîn e.”

Hin kes îfadeya “ya di nefsa xwe de bikujin”, bi awayê “hevdu bikujin” werdigerînin. Li gorî Tewratê di wê rojê de nêzî sê hezar kes ji wan hatibûn kuştin. (Tevrat 32/26-29). Li aliyê din di ayeta 52an de ji heman sûreyî de derbas dibe ku da ku ew peywirên xwe bînin cih Xwedê Teala ew efû kirine. Bi vegotineke din ji ber ku Xwedê Teala tobeya wan qebûl kiriye û ew efû kirine, îfadeye “ya di nefsa xwe de bikujin”,  di wateya hezkirina golikê ya di dilê xwe de bikujin û bidin pey Kitêbê.