Fetwayen Kurdi
Ma heywana avis dibe qurban?

Ma heywana avis dibe qurban?

Pirs: Ji ber ku min xanî kirî, dema deynên min qediyan min niyet kir qurbanê bidim. Çend roj berê jî ji bo ku qurbanê bidim, min mî/mêşinek kirî. Dema min heywan kirî, min ji heywanfiroş re got, “Ez vê heywanê ji bo qurbanê dikirim, ma dibe qurban, avis e yan na?” Heywanfiroş jî ji min re got, “Na, ne avis e û tu dikarî bikî qurban.” Lê piştî serjêkirinê me dît ku berxik di nava wê de ye. Di vê rewşê de ev qurban tê qebûlkirin, yan divê mirov cardin  qurbanê bide?

Bersiv: Wek pêşniyaz tê gotin heke mirov bizanibe heywana ji bo qurbanê avis e, mirov wê ser jê neke. Lê heke bê serjêkirin jî wek qurban tê qebûlkirin.