Fetwayen Kurdi
Ma kesekî ku di hukmê rêwî de ye dikare qurbanê bide?

Ma kesekî ku di hukmê rêwî de ye dikare qurbanê bide?

Pirs: Derbarê qurbanê de ez ê pirsekê ji cenabê we bikim. Heke kesek ji bo serjêkirina qurbanê biçe ba nasekî xwe (bi şertê ku ne kêmî 90 kîlometre be) û bixwaze li wir qurbanê bide, hukmê vê çi ye? Li ser vê mijarê fikrên cuda hene. Seyda rastiya vê çi ye? Yek ji şertên qurbanê ew e ku mirov li cihekî wek sabit rûnê. Dema mirov biçe ba kesekî din ma îbadeta qurbanê ji ser mirov radibe? Her wiha heke kesek bi meqseda ku qurbanê bide, rêwîtiyê bike û li cihê ku dê biçê kêmî 15 rojan bimîne, dikare qurbanê ser jê bike gelo, dê xêra wê qurbanê bigihê wî? Ger di nav rojên eydê de vegere mala xwe, ma divê cardin qurbanê bide? Yan jî heke piştî eydê vegere mala xwe, divê çawa bibe, hukmê wê çi ye?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî ku qurbanê wek wacib dihesibîne, kesekî rêwî ne mesûl e ku qurbanê bide. Lê ger bixwaze qurbanê bide jî tu mehzûra wê nîne. Li gorî mezhebên ku qurbanê wek sunet dihesibînin jî di vê meseleyê de, di navbera kesên rêwî û yên normal de tu ferq nîne.

Ji bo rêwiyan îcazeyeke wiha di mezhebê Henefî de, ji bo rakirina zehmetiya di îbadetê de ye. Çimkî kesên rêwî; dibe ku him di temînkirina qurbanê de him di serjêkirina wê de him jî di jêîstifade û belavkirina wê de, bi qasî xelkê wê herêmê ne xwedî agahî û derfetan bin. Her wiha kesê rêwî, dewlemend be jî dibe ku pereyên li serê, wek tedbîr ji bo tiştekî din jê re lazim bibin.

Li ser meseleya qurbanê di Quran û sunetê de jî di navbera kesên seferî û yên muqîm de tu ferq nîne. Loma kesên ku îmkanên wan ên maddî hebin li ku dibin bila bin, qurbanên xwe li wir ser jê dikin. Yên ku di seferiyê de qurbanên xwe ser jê bikin dema vegerin mala xwe, ne hewce ye qurbaneke nû ser jê bikin.

Her wiha hûn dikarin bersiva me ya li ser vê mijarê ya bi vîdeoyê jî ji vê lînkê temaşe bikin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seferi-olanlar-kurban-keserlerse-bu-kurban-nafile-yerine-mi-gecer.html