Fetwayen Kurdi
Ma heywana ku xusûsî nehatibe hilbijartin, dibe qurban?

Ma heywana ku xusûsî nehatibe hilbijartin, dibe qurban?

Pirs: Seyda em bibêjin bîst heb mêşin di nav hev de ne û ez dixwazim ji bo qurbanê yekê ji wan bikirim. Lê bêyî ku çavên min li wan bikeve yan jî ji nav wan yekê biecibînim lê tam nizanibim kîjan e, wek qurban mêşinekê bikirim dibe gelo? Kirîn û firotineke wiha caiz e ma?

Bersiv: Heke hemû mêşin bi taybetiyên xwe wek hev bin û paşê problem çênebe caiz e.  Heke wiha nebe dê ew heywan wek qurban bê qebûlkirin; lê ew kirîn û firotin dê fasit be. Yanî divê ew kirîn û firotin betal bibe. Lê heke her du alî li hev bikin tu mehzûra wê nîne.