Fetwayen Kurdi
Ma melekê ku canê mirov distîne Ezraîl e?

Ma melekê ku canê mirov distîne Ezraîl e?

Pirs: Ma navê “Ezraîl” di Qur’an an jî di hedîsan de derbas dibe ku wek melekê mirinê tê zanîn?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz û hedîsan de, navê Ezraîl derbas nabe. Bi ihtimal ev kelîme bi eslê xwe Îbranî ye (di berhemên zanayên dînî yên cihû de, behsa zêdetirî deh navên melayiketên mirinê tê kirin ku yek ji wan Ezrael e) û bi tesîra şexsiyetên wek Keb el Ehbar û Wehbê kurê Munebbih ku berê cihû bûn û paşê bûne Misilman, di berhemên Îslamî de cih girtiye. (Bnr: Ahmet Sâim Kılavuz, “Azrâil”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, c: 4, r: 350-351.)

Ji bo melekê ku wezîfeya wî standina can e, di Qur’ana Pîroz de wek “meleku’l-mewt yanê melekê mirinê tê behskirin. Her wiha tê fêmkirin ku melekê mirinê ne yek tenê ye. Ayetên li ser vê meseleyê bi vî rengî ne.

“Bibêje ku melekê ku ji bo we hatiye wezîfedarkirin, dê ruhê we bistîne û paşê hûnê li hizûra Rebbê xwe bên vegerandin.” (Secde, 32/11)

“Ew, li ser evdên xwe tam xwedî desthilatar e. Ji we re muhafizan dişîne. Dema ji bo yek ji we mirin were,  qasidên me bêyî ku qisûrekê bikin, canê wî distînin.” (Enam, 6/61)

Di hedîsên li ser vê mijarê de jî wek di ayetan de, îfadeya “meleku’l-mewt/melekê mirinê” derbas dibe. Navê Ezraîl derbas nabe. (Bnr: Buxarî, Cenaiz, 69, Enbiyâ, 31; Muslim, Fezail, 157, 158; Tirmizî, Tefsîr, 7; Îbn Mace, Cihad, 10.)

Ji van ayet û hedîsan tê fêmkirin ku ji bo standina canê her însanekî/ê melekekî mirinê yê cuda heye. Loma bereksê fikra berbelav ne tenê melekekî mirinê, ji yekê zêdetir melekên mirinê hene.

ÇAVKANÎ: Yahya Şenol, “Bize Soruyorlar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Nîsan-Hezîran 2015, Hejmar: 9, r: 66-67.

Derbarê mijarê de ji bo bersiva me ya bi dîmen ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/azrail-sadece-bir-tane-mi-yoksa-birkac-tane-mi.html