Fetwayen Kurdi
Ez di dewletê de wek karmendê icrayê dixebitim, ma ev caiz?

Ez di dewletê de wek karmendê icrayê dixebitim, ma ev caiz?

Pirs: Ez wek memûrê dewletê di midûriyeta icrayê de bi cih bûm. Em tim bi kar û barên heczê re mijûl in. Gelek caran jî faîzê hisab dikin. Di encamê de, ez ji vê yekê tiştekî qezenc nakim; lê ma caiz e ku mirov wiha faîzê hisab bike û biçe heczê?

Bersiv: Kar û barê heczê (heke di hedê xwe de bê kirin) wek prensîb ne heram e. Tezmînkirina deynê sereke ku faîza wê tê hisabkirin û tezmînkirina zirar û ziyana ku daye dawletê (bi navê faîzê be jî) (ji ber ku di rastiyê de ne faîz e) meşrû ye. Lê ji bo tehsîlkirina mîqdara ku bi rastî wek faîz be, wek dînî xwedî mehzûr e ku mirov bibe navbeynkar.

Ji bo ku piraniya kar û barê we meşrû ye û hûn jî vî karî di çarçoveya qanûnên dewletê de dikin, mehaniya ku hûn distînin, ne heram e.

Lê bi qenaeta me ji bo ku endîşeyên wisa çênebin, mirov hewl bide û biçe beşeke din a paqijtir baştir e.

Hûn dikarin bersiva me ya li ser kirîn û firotina mal û milkên bi hecz, ji vê lîka di sîteya me de, temaşe bikin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/hacizli-mallari-alip-satmak-caiz-midir.html