Fetwayen Kurdi
Ma wek dînî caiz e ku mirov di muqabilê komîsyonê de fatûreyan bibire?

Ma wek dînî caiz e ku mirov di muqabilê komîsyonê de fatûreyan bibire?

Pirs: Hin muşteriyên me fatûreyên berhemên ku em di fîrmaya xwe de difiroşin, nagirin. Ji ber vê yekê jî di stokên me de wek zêde xuya dikin. Em jî ji bo ku van stokên xwe biqedînin, wek fîrma bi muqabilê ji %8 komîsyonê, ji muşteriyên xwe yên din re ên ku dixwazin, wek fatûre dibirin. Ma ev ucreta komîsyonên ku em  bi vî awayî digirin helal e yan na ?

Bersiv: Pêşî, divê mirov li mewzûeta vî karî binêre. Heke ev tiştê ku behsa wê tê kirin, ne li gorî wê mewzûetê be, divê mirov wisa neke.

Ya duyem, qezenca ku dê ji wê fatûreyê bê bidestxistin, jixwe di firotina wî malî de hatiye bidestxistin. Lê heke fatûre nehatibe birîn û mirov wê fatûreyê paşê bibire û bi vî awayî qezenceke duyem bi dest bixe, ev ne rast e? Lê heke ji ber ku ew fatûre nehatibe birîn û hûn jî ji wê qezencê mehrûm mabin, dema ew fatûra bê birîn dê zirara we bê telafîkirin.

Lê heke li gorî madeya ewil, wek qanûnî hûn mecbûr bin ku fatûreyên li ser hev kom bûne, ji destê xwe derxin; divê hûn wan fatûreyan (heke mimkin be) bêyî wergirtina komîsyonê bibirin yan jî komîsyona ku hûnê bigirin bêyî ku têxin qaseya xwe divê hûn li hewcedaran belav bikin.

Prof. Dr. Servet BAYINDIR