Pirs: Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? Wekî din ma mirov dikare bêyî lixwekirina goreyan nimêj bike? Nimêjkirina bi vî awayî ma dibe sedemê kêmbûna xêra nimêjê? Herî dawî ma kirina nimêjê hergav bi vî awayî, dibe ji gunehên mezin?
Bersiv: Pêxemberê me aleyhisselam ji bo kirina nimêjê kincên taybet li xwe nedikirin. Bi sedema ku herêma lê dijiya germ bû û bi gelemperî sernixumandî digeriya, nimêjên xwe jî sergirtî dikir. Wekî di roja me ya îroyîn tê bikaranîn, ji bo kirina nimêjê kum an jî şaşik bi xwe re nedigerand.
Mêr dikarin servekirî û bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin, ango ne guneh e. Lewra di nimêjê de girtina ser û lingan ji bo zilaman ne lazim e.
Seyyid Sabiq di der barê vê mijarê de di berhema xwe ya bi navê Fiqhu’s-Sunne de cî daye van agahiyan:
“Li gorî ku Îbn ‘Esakir ji Îbn Ebbas ragihandiye, Resûlullah aleyhisselam pirê caran serpûşa xwe derdixist û li pêşiya xwe dikir perde.
Li gorî Henefiyan ji bo mêran di kirina nimêjê de servekirî tu mehzûrek tuneye. Lê belê eger were hizirîn ku ji bo tirsa ji Xwedê munasibtir e, wê gavê kirina nimêjê servekirî dibe musteheb. Di der barê fezîleta kirina nimêjê sergirtî de, tu delîlek tuneye.” (Seyyid Sabiq, Fiqhu’s-Sunne, Daru’l-Feth, Çapa 12an, Qahire, 1996, c: 1, rp: 98)
Hûn dikarin ji navnîşana jêr bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê temaşe bikin:
www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/takke-ve-sarikla-namaz-kilmak-daha-faziletli-midir.html