Fetwayen Kurdi
Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye?

Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye?

Pirs: Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bi sebir û nimêjê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Bêguman Xwedê, teqez digel sebirkêşan e.”( Beqere, 2/153)

Li gorî vê, kirina nimêjê ji bo xwestina tiştekî ji Xwedê, jixwe hukmê vê ayetê ye. Di der barê meşrûiyeta nimêja hacetê ya ku li gorî çar mezhebên Sunnî û Ce‘ferî musteheb e, ev hedîsa li jêr e:

“Kesê hewcedariyeke ku aliyê ji Xwedê yan jî ji aliyê însanan ve tê bicihanîn hebe, bila bi awayekî rêkûpêk destmêj bigre du qam nimêj bike, piştre hemdê Xwedê bike, li ser Pêxember selewatan bide û wiha dua bike:

لاَ إِلَهَ إِلاَّ اللَّهُ الْحَلِيمُ الْكَرِيمُ سُبْحَانَ اللَّهِ رَبِّ الْعَرْشِ الْعَظِيمِ الْحَمْدُ لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ أَسْأَلُكَ مُوجِبَاتِ رَحْمَتِكَ وَعَزَائِمَ مَغْفِرَتِكَ وَالْغَنِيمَةَ مِنْ كُلِّ بِرٍّ وَالسَّلاَمَةَ مِنْ كُلِّ إِثْمٍ لاَ تَدَعْ لِي ذَنْبًا إِلاَّ غَفَرْتَهُ وَلاَ هَمًّا إِلاَّ فَرَّجْتَهُ وَلاَ حَاجَةً هِيَ لَكَ رِضًا إِلاَّ قَضَيْتَهَا يَا أَرْحَمَ الرَّاحِمِينَ ‏

“Ji Xwedê pê ve tu îlah tunene. Ew Helîm e, Kerîm e. Xwedayê ku xwediyê erşê mezin e ji temamê kêmasiyan dûr e. Hemd ji Xwedayê ku xwediyê her tiştî ye û her tişt xweşik afirandiye re be. Xwedayê min! Ez ji Te; kar û helwestên ku min bigihînin rehmet û bexşandina Te, bidestxistina her celeb başiyê, selametiya ji her cur gunehan dixwazim. Temamê gunehên min bibexşîne, xem û kederên min rake û hewcedariyên min ên ku riza Te pê hene, pêk bîne. Ey Xwedayê min ê ku dilovantirê dilovanan e.” (Tirmizî, Witir, 17; Îbn Mace, Îqame, 189)

Her çiqas pisporên hedîsê, ev hedîs ji aliyê senedê ve rexne kiribin û gotibin ku zeîf e jî, mîna ku li jor hat dîtin, ji bo hewcedariyekê kirina nimêjê bi ayetê sabit e. Li gorî vê, kesê hewcedariyeke wî hebe, herî kêm du qam nimêj dê bike û piştre eger bixwaze dikare duayê di hedîsê de borî yan jî bi awayê ku bixwaze dua bike.