Fetwayen Kurdi
Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e?

Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e?

Pirs: Ez ji sûre û duayan bi qasî ku têra nimêj û îbadetên min bikin, jiber im. Lê belê kesên li hawirdora min dibêjin ku divê tu ji sûreyê Fîl heta dawiya Qur’anê bizanibî. Ma bi rastî jî ji bo kirina nimêjê divê ku ez wan sûreyan jiber bim?  

Bersiv: Divê her mirovê Misilman ji ayetên Qur’anê yan jî sûreyan bi qasî ku bikaribe nimêjê bike, bizanibe. Madem hûn dizanin, ji bo kirina nimêjê ev têra we dike. Bi sedema sûreyên piştî sûreyê Fîl heta dawiya Qur’anê ji sûreyên kin pêk tê, di nav gel de bi şeklê “sûreyên nimêjê” navdar bûne. Ji ber ku piraniya gelê me bi tenê van sûreyan jiber dizanin, di nimêjê de van sûreyan dixwînin. Lê belê ev nayê wateya ku di nimêjê de bi tenê ev sûre tên xwendin!

Gotina kesên derdora te ku divê tu van sûreyan jiber bikî, ji ber vê yekê ye. Jixwe jiberkirina van sûreyan tê hêvîkirin. Lewra hûn çiqas pir ayetên Qur’anê jiber bikin, ev ji bo we ewqas çêtir e. Bi vî awayî hûn ê îbadetên xwe bi şiûreke hêzdartir bikin. Lê belê ya girîngtir ku hûn wateya ayet an jî sûreyên we ji ber kirine, bizanibin. Lewra da ku tiştek bibe “zikir”, divê were zanîn ka tê çi wateyê. Têgihîştîna wateya ayetên hûn jiber dizanin gelekî muhim e. Lewra ev dê bibe sebebê ku hûn nimêjên xwe bi xuşû bikin.

Herî dawî, em tewsiye dikin ku hûn ayetên dua di wan de diborin, digel wateya wan di nimêjê de bixwînin.