Fetwayen Kurdi
Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne?

Ma mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne?

Pirs: Mebest ji bêjeya “ruhban” ya ku di Qur’anê de dibore de kî ne?

Bersiv: Bêjeya “ruhban”, ji koka r-h-b (rehbet, rahbaniyet) hatiye çêkirin û bi wateya “tirsîn” û “perwa”yê tê. Ev, pirjimara bêjeya “rahib” -ya di wateya “kesê ji Xwedê ditirse”, “kesê jê fedî dike”- e. Li gorî vê, bêjeya Ruhban wiha hatiye tarîfkirin; “Kesên ku ji Xwedê ditirsin”, “Kesên ku ji bo bidestxistina riza Xwedê dunya terk kirine”.

Di berhemên tefsîrê de tê gotin ku bi gelemperî mebest ji gotina ruhban “kesên ji Xwedê ditirsin”, “kesên ku bi tenê bi îbadetê mijûl in”, “kesên ku bersiva gaziya Îsa (a.s) dane, bûne peyrewê wî û şerîeta ku pê hatiye hinartin” û bi taybetî jî bi wateya “Zanayên dînê Filehiyê” ne.

Bi baweriya me, ruhban ne xasî bi dînî Filehiyê ye. Dibe ku di her dînî de ruhbanî bi şêweya xwe taybet  hebe. Lewra  pêkan e ji kesê ku bi sedema fermana Xwedê ji Rebbê xwe ditirse rahib were gotin. (Beqere, 2/40)

Bi piranî însan ji kesên bawer dikin ku ji Xwedê ditirsin û wan bi awayê “zanayên dîn” dipejirînin li ser navê dîn hin peywiran didin wan û bi ew vî awayî ji rê derdikevin. Di der barê kesên wiha de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Wan zana û abidên xwe  (ruhban) di navbera xwe û Xwedê de kirin reb. Îsayê kurê Meryemê jî kirin reb. Lê fermana li wan hatibû kirin; ku bi tenê  îlahekî bihebînin. Ji Wî pê ve tu îlah nîn in.  Xwedê ji ya ku jê re dikin hemkûf, pak û dûr e.” (Tewbe, 9/31)

Jêder: Aydın Mülayim, Kur’an’da Din Adamları, Süleymaniye Vakfı Yayınları, İstanbul, 2016, s. 61-64.