Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye?

Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye?

Pirs: Ma Xwedê Teala ji bo her herêmeke li cîhanê hişyarkerek şandiye?

Bersiv: Wergera ayeta 51ê ji sûreyê Furqan  wiha ye: 

Heke Me tercîheke cuda bikira, Me dê (di dewsa her civakê de) ji her bajarekî hişyarkerek derxista.”

Îfadeya ku me di nav kevanê de (di dewsa her civakê de) nîşan daye bi sedema van ayetên li jêr in:

Me ji bo her civakekê (miletekî) qasidek şand; da ku Xwedê bihebînin û xwe ji taxûtî dûr bigrin. Hin ji wan Xwedê ew rasterê kirin, hin ji wan jî ezab li ser wan misoger bû. Li ser rûyê erdê bigerin û bibînin ka dawiya derewînan çawa bûye!” (Nehl, 16/36)

Bê guman Me tu digel vê heqiyê şandî, da ku tu mizgîniyê bidî wan û wan hişyar bikî. Tu civakek  (ummetek) tune ye ku hişyarkerek ji bo wan nehatibe.” (Fatir, 35/24)

Gava temamê van ayetan bi hev re werin xwendin diyar dibe ku ne ji her bajarî; ji bo her civakekê hişyarkerek hatiye hinartin.