Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive?

Ma Xwedê Teala bi her însanî re -bi awayekî- diaxive?

Pirs: Gelo mebest ji bêjeya “beşer” ya ku di sûreyê Şûra ayeta 51ê de dibore bi tenê pêxember in an jî dibe ku mirovekî adetî jî be?

Bersiv: Meala ayeta 51ê ji sûreyê Şûra wiha ye:

Xwedê bi beşerekî re bi tenê bi rêya îlhamê yan ji pişt perdeyê yan jî qasidekî bişîne; vêca bi destûra Xwedê ya ku Ew tercîh bike wehî bike pê ve bi tu kesî re naaxive. Bi rastî jî Ew bilind e, karbinecih e.” (Şûra, 42/51)

Di vê ayetê de hatiye ragihandin bê ka Xwedê Teala bi yekî re çawa û bi kîjan rêyan diaxive. Rêya yekem rêya îlhamê ye. Ango tiştek biniqute dilê mirov. Di Qur’anê hatiye diyarkirin ku îlham ji dayika Hz. Mûsa, dayika me Hz. Meryem û hewariyên Hz. Îsa re bi vê rêyê hatiye şandin.

Ji bo awayê duyem; xeberdana ji pişt perdeyê ango axaftina bêyî ku xwe nîşan bide jî dîsa wehya ku Hz. Mûsa cara yekem girtibû xeberdana Xwedê Teala ya ku di ayeta 12an ji sûreyê Taha de derbas dibe wekî mînak tê dayîn.

Wehya Xwedê Teala ya ku bi rêya qasidekî jî wehya ku Xwedê bi Cebraîl re ji pêxemberan re dişîne. Ayeteke ku bi vê mijarê re eleqedar e wiha ye:

“… Xwedê qet we bi ser xeyba xwe ve jî nake. Ji bo wê, qasidekî xwe yê munasib hildibijêre. Naxwe bi Wî û qasidên Wî bawerî bînin. Eger hûn baweriyê bînin û xwe biparêzin, ji bo we xelateke mezin heye.” (Alî Îmran, 3/179)

Wehya ku ji pêxemberan re tê, teqez e û ya ji wan re tê hinartin pêxember baş dizanin ku ew fermanên Xwedê Teala û wehya Wî bi xwe ne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Zanayê bi temamê nepeniyan  Ew e. Ew, xeyba xwe ji tu kesî re aşkera nake.

Lê belê qaaidekî ku Ew munasib bibîne ne tê de ye. Li paş û pêş wî jî çavdêran dişîne.

Da ku qasid bizanibe ku ya ji aliyê Rebbê wî ve hatiye hinartin ferîşteyena tam anîne, wî jî ya li cem wan girtiye û yek bi yek tê gihîştiye.” (Cin, 72/26-28)

Mirovên din dibe ku wesweseya şeytan jî îlham bijimêrin. Xewnên şeytanî wekî xewnên Rehmanî hesab bikin. Ji ber vê yekê rêya tekan ya ku em pê ewle ne, wehya ku ji pêxemberan re tê.