Fetwayen Kurdi
Ma mîrac bi bedenê an jî bi ruh pêk hatiye?

Ma mîrac bi bedenê an jî bi ruh pêk hatiye?

Pirs: Ma mîrac bi bedenê yan jî bi ruh pêk hatiye?

Bersiv: Şaşiya zanayên me ya bingehîn, hewldana wan a ku ayetan bi xwe rave bikin. Lê belê Xwedê Teala destûra vî tiştî nade û wiha ferman dike:

Elîf, Lam, Ra. Ev kitêbeke wisa ye ku ayetên wê ji aliyê Xwedayê Hekîm ê Xebîr ve muhkem hatiye dêrandin û piştre hatiye tefsîlkirin. Da ku hûn ji bilî Xwedê ‘îbadetê ji tiştekî din re nekin. (Bibêje:) Bêguman ez ji aliyê Xwedê ve ji bo we mizgînber û hişyarker im.”[1]

Xwedê Teala ayetan bi ayetan rave dike. Gava mirov nekeve vê rêyê, dê hevgirtina di nava Qur’an-Sunnetê de xera bibe û nakokî derkevin holê. Dema em raveyê ji Qur’anê bigirin em ê bibînin ku Xwedê Teala wiha gotiye:

 (Li wir) çavê wî meyl neda û sînor derbas nekir.” (Necm, 53/17)

Meylnedana çavan û nederbaskirina sînor, bi tenê gava ku ruh û beden bigihên pêk tê. Ji ber vê yekê Pêxemberê me bi şiyarî û bi ruh-bedenê çûye mîracê.



[1] Hûd, 11/1-2.