Fetwayen Kurdi
Ma mîrac ji mucîzeyên Pêxemberê me ye?

Ma mîrac ji mucîzeyên Pêxemberê me ye?

Pirs: We di derseke xwe de got ku mîrac ne mucîze ye. Ji ber ku bûyera mîracê di ayetên Qur’ana ku mucîze ye dibore, ma ne yekser be jî dîsa wê nake mucîze? 

Bersiv: Mîrac, bûyereke derasayî ye. Lê belê ew ne mucîzeyeke ku ji bo peyitnadina pêxemberiyê hatibe dayîn. Mucîzeyên ji bo îsbata pêxemberiyê hatine nîşandan, bi awayê ku mirov bikaribin bi çavên xwe bibînin pêk tên. Lê belê bûyera mîracê bi tenê Pêxemberê me bûye şahidê wê, di vê rêwîtiyê de ji bilî Cebraîl tu kesekî din pê re hevaltî nekiriye. Ev jî dide nîşandan ku mîrac ji aliyê teknîkî ve ne mucîze ye.