Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di rojiyê de serê xwe bîşû?

Ma mirov dikare di rojiyê de serê xwe bîşû?

Pirs: Pêkan e ku mirov bi rojî be û serê xwe bîşo. Lê belê bivê nevê bêhemdî av difire gewriya mirov. Di vê rewşê de divê mirov çi bike? Ma rojî betal dibe? 

Bersiv: Dema ku bi zanebûn û bi şiûr venexwin, hûn dikarin rojiya xwe bidomînin. Ango rojiya we betal nabe. Lewra Xwedê Teala ragihandiye ku li tu kesî ji tiştê ku hêza wî zêdetir lê bar nekiriye û ji tiştên ku bi şaşî hatine kirin jî wî berpirsyar nagre. Wî wiha ferman kiriye:

Xwedê, her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike. Ji ya ku bi dest xistiye hin jê di lehê wî de hin jê jî eleyhê wî de ye. (Hûn wiha lava bikin:)Rebbê me! Eger em ji bîr bikin an jî em bi bêhemdî şaşiyan bikin, li me negire...” (Beqere, 2/286)

Di mijarên dînî de Xwedê Teala, tiştên ku mirov nikare hilgire ango taqet û hêza mirov nagihêjê li mirov bar nake û mirov jê berpirsyar nagire.

Ew wiha ferman dike:

Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike. Da ku hûn Wî bişêkirînin.” (Maîde, 5/6)

Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.” (Hecc, 22/78)

Ji kerema serî li navnîşanên jêr jî bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/abdest-alirken-bogazdan-asagi-su-kacarsa-oruc-bozulur-mu.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/abdest-alirken-yanlislikla-su-yutmak-orucu-bozar-mi.html