Fetwayen Kurdi
Ma xebatkarên keştiyê dikarin rojiya xwe piştre qeza bikin?

Ma xebatkarên keştiyê dikarin rojiya xwe piştre qeza bikin?

Pirs: Ez deryavan im. Gelo kesên di keştiyê de dixebitin û rêwîtiyê dikin seferî tên jimartin? Dînê me di vê mijarê de çi dibêje?

Bersiv: Bi sedema ku hûn di keştiyê de dixebitin û her gav di rêwîtiyê de ne, hûn dikarin ji hukmên rêwîtiyê îstifade bikin. Di vê rewşê de -her qiças girtina rojiyê ji we re bi xêrtir be jî- ruxset ji we re heye ku hûn rojiyê megrin. Lê belê rojên ku we ji meha Remezanê negirtine divê hûn piştre qeza bikin, bigrin.