Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare temamê rojiya xwe di xew de derbas bike?

Ma mirov dikare temamê rojiya xwe di xew de derbas bike?

Pirs: Ma razana pir di rojiyê de xêra wê kêm dike? Ez heta paşîvê ranazim, piştre radikevim û beriya fitarê bi 5-6 saetan radibim. Ma rojiya min qebûl dibe?

Bersiv: Tu ziyana razana di rojiyê de tuneye. Lê belê heke di xew de nimêja sibehê, nîvro û ‘esrê li we biçe ango hûn nekin, wê demê hûn dibin gunehkar! Ji lewra ne durist e ku hûn bênavberî -bi awayê ku nimêj li we biçin- razên. Lê belê heke di nav de rabin û nimêjên xwe di dema wê de bikin, zirar nake ku hûn roja xwe di xew de biborînin.