Fetwayen Kurdi
Ma rojiya kesê bi cenabet qebûl dibe?

Ma rojiya kesê bi cenabet qebûl dibe?

Pirs: Kesê di meha Remezanê de bi roj şeytan pê bikene, bêyî ku xusla xwe rake ma dikare heta êvarê rojiya xwe bigre? Dema piştî fitarê xusla xwe rake, ma vê rojiya wî qebûl dibe?

Bersiv: Rojiya wî qebûl dibe. Lê belê ji ber ku bi zanebûn nimêjên xwe terikandine dikeve gunekî mezin. Divê ku tu carî karekî wiha neke. Kesê tûşî rewşeke wiha bibe, divê pê re xusla xwe rake û hem rojiya xwe dewam bike hem jî nimêjên neterikîne.