Fetwayen Kurdi
Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin?

Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin?

Pirs: Ji bilî xaniyê ku ez bi malbata xwe re lê dimînim bi sedema kar li bajarekî ji “mesafeya seferê” dûrtir xaniyekî min ê ku ez bi tenê lê dimînim heye. Ango karê min li bajarekî ye, malbata min li bajarekî din dijî. Li herdu cihan jî xêniyê min heye. Ez hefteyê 5 rojan li cihê kar im, 2 rojan jî li cem malbata xwe me. Divê ez îbadetên xwe li gorî hukmên seferê/rêwîtiyê çawa bikim? Ango ez li ku dibim rêwî û li ku dibim muqîm?

Bersiv: Heke hûn di karê xwe de bixebitin, li nik yekî din kar nekin, di vê rewşê divê hûn nimêjên xwe li herdu cihan jî tam bikin. Bi tenê di rê de hûn ê nimêjên xwe li gorî hukmên seferê/rêwîtiyê bikin. Heke hûn karmend bin, wê gavê dema hûn li cem malbata xwe bin, hûn ê nimêjên xwe tam bikin, di demên din de nimêja rêwîtiyê ango bi kurtî bikin.