Fetwayen Kurdi
Ma pêwendiyên me bi kesên dînê xwe najîn re divê çawa be?

Ma pêwendiyên me bi kesên dînê xwe najîn re divê çawa be?

Pirs: Di roja me de gelek kesên ku mîna misilman bin xuya dikin, lê belê ji hal û hereketên wan diyar e ku muşrik in. Ew, xwe misilman dibînin û ji şaşiyên xwe ne haydar in. Pirsa min ev e: Ma çiqas rast e ku mirov di cejnên misilmanan de cejna wan pîroz bike? Ma şaş e ku mirov cejna wan jî pîroz bike, bi wan re gotûbêj bike û bibêje: “Ev cejn, cejna Misilmanan e. Cejna kesên limêj dikin, rojiyê digirin, fermanên Xwedê Teala pêk tînin.” Pîrozkirina cejna wan da ku mirov bikaribe rastiyan ji wan re bibêje, ma zirarê dide îmana kesê Misilman?

Bersiv: Ne Tiştekî rast e mirov beriya ku rastiyan bigihîne însanan û ji wan re vebêje, wan bi awayê muşrik demxe bike. Jixwe erk û mafekî me yî ku em însanan bi bal kesên muşrik/ne muşrik  dabeş bikin tune ye. Berpirsyariya me ku heta ji dest me were, em li gorî rastiyan bijîn û wan ji yên din re bibêjin. Piştî vê, êdî li ser însanan dimîne. Di vê navberê de digel pîrozkirina cejnê jî em ê hemî pêwendiyên xwe yên bi wan re bidomînin. Ev tiştên han tu zirarê nade îmana me. Ji aliyê dînî ve hevdîtin û hevaltiya bi kesên wiha re ne mehzûr e.  Hûn dikarin wan vexwînin mala xwe jî. Di demên bi hev re hûn ê hewl bidin rastiyan ji wan bibêjin. Ji ber ku ji we cuda difikirin û bawer dikin, çênabe ku hûn wan heram bikin. Di encamê de Xwedê Teala, di meseleya bawerî û mandelkirinê de însan azad hiştiye.

Pêwendî û têkilatiyên ku zirarê didin; têkilatiya bi kesên bi Misilman re ceng dikin, bi yên wan ji war û welatê wan derdixin û yên ku alîkarî û piştgiriyê didin wan. Ev, sê xetên me yên sor in. Kesên van îxlal neke –xeyrimislim be jî- divê em bi wan re xweş tev bigerin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Xwedê, qencî û edaleta bi wan ên ku ji bo dîn şerê we nakin û we ji welatê we dernaxin, li we qedexe nake. Xwedê ji edaletkeran hez dike. Xwedê li we qedexe dike ku hûn wan ên ji bo dîn şerê we kirin û hûn ji cih û warê we derxistin û ji bo deranîna we arîkarî kirin, ku hûn ji xwe re bikin dost û arîkar. Kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ha ew in ên stemkar.[1]

Ji bo xwendina nivîseke di derbarê têkilatiya bi kesên xeyrimislim re, ji kerema xwe serî li lînka jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/musluman-olmayanlarla-iliskiler.html



[1] Mumtehîne, 60/8-9.