Fetwayen Kurdi
Ma yên dibêjin ku “divê murted werin kuştin” dikevin şirkê?

Ma yên dibêjin ku “divê murted werin kuştin” dikevin şirkê?

Pirs: Di ayeta 137’an ji sûreyê Nîsa Xwedê Teala, ji bo kesê ku çend caran murted bûye jî tu cezayekî dinyewî pêşniyar nekiriye. Gava em li berhemên di refan de toz û telaz girtine dinihêrin derdikeve holê ku Hezretî Umer, Sufyanê Sewrî hinekên din jî –mîna ku hûn jî dibêjin- kesên murted nedane kuştin. Wê gavê, kesên dibêjin ku “divê murted werin kuştin” ma ne di şirkê de ne? Divê em çi bikin bi van?

Bersiv: Mirov zana be jî şaşiyan dike. Em, hewl didin ku wan şaşiyan tesbît bikin û piştre sererast bikin. Lê belê ji ber ku şaşîtê kiriye, ji tu kesî nayê gotin “muşrik”. Eger, “Ligel ayetên Xwedê yên ronker, dîsa jî di baweriya ku divê murted bên kuştin” de bin, wê demê dibin muşrik. Her çiqas çewt be jî li gorî xwe, ji ayet û hedîsan wan xwe spartine hin delîlan.

Nivîskarê wan berheman niha mirî ne. Ji ber ku em wan bawermend dizanin, li pişt wan em duayên xêr û başiyê ji wan re dikin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên di piştî wan de tên, dibêjin: Rebbê me! Li me û li birayên me yên ku beriya me bawerî anîne bibore, kîn û rika li hemberî bawermendan nexe dilê me! Rebbê me! Birastî Tu Reûf î, Rehîm î.[1]

Xwedayê me! Di roja hesabdîtinê de, li min, li dê û bavê min û li misilmanan bibore![2]

Di lînkên jêr de agahiyên berfireh di derbarê kuştin-nekuştina kesên murted de hene. ji kerema xwe re lê binihêrin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1907

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=420

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=2915



[1] Heşr, 59/10.

[2] Îbrahîm, 14/41.