Fetwayen Kurdi
Ma Pêxember, serokê durûyan Ebdullah kurê Ubey çima neda kuştin?

Ma Pêxember, serokê durûyan Ebdullah kurê Ubey çima neda kuştin?

Pirs: Tiştê min hîn kiribû di derbarê kuştina kesên ji dîn derdikevin, min di civatekê de gotin, wan jî bizaveke tund nîşan dan. Lê belê bersivên wan ne tetmînkar bûn. Gotineke wan bi tenê hinekî ez westandim. Ew jî: Qasidê Xwedê, ên mîna Ebdullah kurê Ubey ne kuşt, ne bi sebeb ku yên murted nayên kuştin, belbî ji ber ku wê gavê dem û cî ne munasib bû û da ku mirov nebêjin “Muhemmed bi hêz bû, êdî hevalên xwe dikuje.” Em ê bersiva van gotinan çawa bidin? Ew angaşt dikin ku gotina di dîn zordarî tune ye û kesê bixwaze dikare înkar bike bi tenê di heqê yên ku hêj musluman nebûne de ye. Nerîna we di vê meseleyê de çi ye?

Bersiv: Di sûreyê Munafîqûn de bi awayekî zelal hatiye diyarkirin ku Ebdullah kurê Ubey û hevalên wî murted in. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ev, bi sedem ku wan bawerî anî û paşê kafir bûne, vêca dilê wan hat morkirin, êdî ew tênagihîjin.

Dema tu wan dibînî, bejn û bala wan li xweşa te diçe, eger ku biaxivin jî guhê te dê li axaftina wan bimîne. Tu dibêjî ew darên paldayî ne (ku xêr di wan de tune ye). Ji wan we ye her qîreke ku hebe li dijî wan e. Ew neyar in, xwe ji wan biparêze. Xwedê wan bikuje! Ew çawa têne zîvirandin?” (Munafîqûn, 63/3-4)

Piştî ku Xwedê Teala aşkere kir ku ew berê bawermend bûne piştre bûne kafir, lê dîsa jî hewl didin ku mîna bawermend bin xwe nîşan bidin, helwesta ku li hemberî wan dê were nîşandan wiha diyar dike:

“…Ew neyar in, xwe ji wan biparêze…

Qasidê Xwedê jî li gorî vê fermanê tev geriyaye.

Angaşta bi şeklê ku sebebê Qasidê Xwedê, Ebdullah kurê Ubey û hevalên wî nekuştiye da ku mirov nebêjin “Muhemmed bi hêz bû, niha jî hevalên xwe dide kuştin” ji mêj ve tê kirin. Lê belê ev, tê wateya ku Pêxemberê me di hin rewşan de fermanên Xwedê Teala bicih neaniye, ev jî bêbextiyeke giran di heqê wî de.

Nîşe: Bersiva me ya di derbarê kuştina kesên ji dîn derketine de hûn dikarin ji lînka jêr bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=420

Her wiha di derbarê têkilatiya bi xeyrimuslman re em tewsiye dikin ku hûn ji malpera me www.suleymaniyevakfi.org nivîsa bi sernavê “Müslüman Olmayanlarla İlişkiler” jî bixwînin. Nivîs li lînka jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/musluman-olmayanlarla-iliskiler.html