Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dikarin biçin serdana goran?

Ma pîrek dikarin biçin serdana goran?

Pirs: Pîrekên ducanî eger biçin serdana goran di cihekî zaroka ku dê çibibe dê şan derkeve. Ma tiştekî wisa, ango rastiya vê yekê heye?

Bersiv: Di serdana gorî û goristinê de ji bo pîrekên ducanî, ji aliyê dînî ve tu zirarek tune ye. Tiştê we bihîstiye, xurafe ye. Tu esl û binyadek jê re tune ye. Guhê xwe nedin tiştên wiha û pê îtibar nekin.

Tiştê mehzûr, helwesta ku li hember ê di gorê de tê nîşandan. Lewra ji bo kesê ku di gorê de ji xwestina bexşandina wî ji Xwedê Teala pê ve, tu tiştekî din nayê kirin.