Fetwayen Kurdi
Ma helwesteke rast e ku mirov xanima xwe nebe hecê?

Ma helwesteke rast e ku mirov xanima xwe nebe hecê?

Pirs: Hin kes xanimên xwe nabin hecê. Bi sebeb ku mêr û jin di heman cihî de bi hev re ne, dibêjin ku pîrek dê têkevin heramiyan. Di hecê de di navbera mêr û jinan de ma tu ferq heye? Di vê meseleyê de em dikarin şîroveya we hîn bibin?

Bersiv: Di mesela hecê de di navbera mêr û jinan de tu ferq tune ye. Tiştê ku hecê ji îbadetên din cuda dike jî ev e. Kesên bi sedem ku pîrek û zilam bi hev re ne, jinên xwe nabin hecê, divê ku ew bi xwe jî neçin hecê. Lewra li wê derê bi tenê, ne zilam, belbî pîrekên ku ji aliyê dînî ve li wan heram in jî hene.

Ji vê bonê mehrûmkirina pîrekan ji îbadeta hecê ya ku ji sembol û nîşanên girîng ê dîn e, lihevanîna dînekî nû ye.