Fetwayen Kurdi
Hukmê xwarina nêçîrên xeyrimisliman çi ye?

Hukmê xwarina nêçîrên xeyrimisliman çi ye?

Pirs: Xwarina masiyên ku ji aliyê xeyrimisliman ve hatine nêçîrkirin gelo heram e? Di xwarina wan de tu mehzûrek heye yan na?

Bersiv: Di xwarina masî û heywanên avî yên ku ji aliyê kesên xeyrimislim ve hatine nêçîrkirin de tu mehzûrek tune ye.

Xwedê Teala, ‘eksî heywanên bejî helalbûna heywanên ku di avê de dijîn û xwarinên ku li vê derê ne, bê tu îstisnayan wiha radigihîne:

 “Nêçîra deryayê û xwarina wê, -bo debara we û kesên rêwî- ji we re helal hatiye gerandin…”[1]

Îfadeya “nêçîra deryayê” ya ku di ayetê derbas dibe, jîndarên avî yên ku sax in û bi daf û kemînê tên girtin ji masi û hwd., “xwarina wê” jî xwarin û tiştên ku di deryayê de dimirin û derdikevin rûyê avê an jî av wê diavêje qerax û kersaxê, nîşan dide.

Tê ragihandin ji Qasidê Xwedê (s.a.w) ku wî li ser pirsa ji ava deryayê wiha bersiv daye:

Ava deryayê paqij e; mirarê wê jî helal e.”[2]

Li gorî vê ayet û hedîsê; ê ev girtiye yan jî derxistiye kî dibe bila bibe, çi bi saxîtî çi jî bi mirîtî hatibe bidestxistin berî tevan masî û hemî heywanên ku di deryayê de dijîn helal in.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijarê de em tewsiye dikin ku hûn li lînkên jêr binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/deniz-urunlerinden-hangisi-yenir-hangisi-yenmez.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/midye-yemek-helal-midir-haram-midir.html



[1] Maîde, 5/96.

[2] Ebû Dawûd, Teharet, 41; Tirmizî, Teharet, 52; Nesaî, Teharet, 46; Îbn Mace, Teharet, 38.